Li Şengalê di salvegera fermanê de gorên komî hatin ziyaretkirin

Bi hezaran welatiyên Êzidî bi boneya salvegera 12. a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê çûn serdana gorên komî, qurbaniyên jenosîdê bi bîr anîn û daxwaza radestkirina hestûyên xizmên xwe kirin.

Şengal –  Di Fermana sala 2014’an de ji aliyê çeteyên hov ên DAIŞ’ê ve bi hezaran gelê Êzidî yê Şengalê hatin qetilkirin. Li gor daneyên fermî heya niha 80-90 gorên komî hatine dîtin ku ji wan gorên komî yên Til’ezir, Sîba Şêx Xidir, Gîrzêrik û Hardan in. Bi boneya salvegerê, di 3'yê mehê de saet 6'ê êvarê bi hezaran kesî serdana gorên komî yên milê Qiblet û Şemal kirin û qurbaniyên fermanê bi bîr anîn.

Ev zilmeke mezin bû

Dayîka ku tevlî bîranîna qurbaniyên fermanê bû, êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Hevjîn û du birayên min û zavayê min di hundirê hewşê de hatin kuştin. Hevjînê min şer nekir, lê zavayê min şer kir û ew jî hat kuştin. Em ti caran wan ji bîr nakin, ev zilm û zordariyeke mezin bû ku bi serê me de hat.”

‘Ev 12 sal in em li benda hestûyên zarokên xwe ne’

Di çalakiya bîranînê ya gundê Hardan de endama Saziya Malbatên Şehîdan Yadê Pakîz bal kişand ser hovîtiya fermanê û got: “Ev bû 13 sal em li benda hestûyên zarokên xwe ne, hinek hîn li ber rojê ne û nehatine komkirin. Gundê Hardan jî bû mîna gundê Koço, kesek jê nefilitî. Em daxwaz dikin ku ew hestûyên me yên li Baxdadê û li çolan in, bên radestkirin da ku em karibin biçin xêra wan bidin.”

‘Her sal vê çaxê li me ferman e, roja reş bi ser me de tê’

Dayîkek din a ku xwişka xwe û dayîka xwe di fermanê de winda kiribû, wan kêliyên bi êş wiha vegot: “Xwişk, bira û diya min ji tîna û birçînan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku ez cîrana dayîka xwe bûm jî, min dayîka xwe nedît. Her sal vê çaxê li me ferman e, her sal vê çaxê roja reş bi ser me de tê. Heta em sax bin em ê vê rojê bîr nekin û keç û jinên xwe yên ku di destên DAIŞ'ê de ne ji bîr nakin. Divê ew ji destên wan bêtirs werin berdan. Heta ku dinya hebe, em her Êzidî bin, ger em werin qetilkirin jî em terka ola xwe nakin.”

Çalakiyên bîranînê û helwesta jin û ciwanan

Di çalakiya bîranînê de wêneyên qurbaniyan hatin hildan û ji bo temsîlkirina komkujiyê kesên ku cilên spî li xwe kiribûn li erdê xwe dirêj kirin. Her wiha ciwanên dildar li ser hemû cadeyan li gel û ajokaran av belav kirin. Piştre li ser navê saziyên Şengalê axaftin hatin kirin û kesên di jenosîdê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.