Lêkolîner û çalakvana çandî Mino Mehrabani li Kermanê hate girtin
Mino Mehrabani, lêkolîner û çalakvanek çandî û Hooman Forouhari, rêberê olî yê Zerdeştî, nêzîkî mehek berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku hatiye weşandin, du niştecihên Kermanê, lêkolîner û çalakvanê çandî Mîno Mehrabanî û rêberê olî yê Zerdeştî Hûman Forouharî, ji aliyê hêzên Yekîneya Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatine girtin. Nêzîkî mehek şûnda, çarenûsa wan hîn ne diyar e.
Li gorî raporê, Hooman Forouhari roja Yekşemê, 24’ê Esfandê 1404 (16 Adarê) ji aliyê Pasdarên Şoreşê yên rejîma Îranê ve hatiye girtin û birine cihekî nediyar. Mîno Mehrabanî di rojên destpêkê yên meha Ferverdînê de hatiye girtin.
Heta niha, derbarê sûcên wan de, cihê wan û rewşa wan a niha de ti agahî nehatiye dayîn.
Her wiha di raporê de tê gotin ku nebûna agahiyên li ser cihê wan kesan fikaran li ser tenduristî, şert û mercên girtina wan de çêdike.