Kovara Jin bi sernavê ‘Fermana 74’an’ derket
Hejmara 127 a Kovara Jin bi sernavê ‘Ji fermanê ber bi avakirinê ve: Jinên Êzidî û xweparastin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin, di hejmara 127’an de; li ser pêvajoya ku ji sala 2014’an bi fermana Şengalê dest pê kir ve heta niha, qirkirina li ser jinên Êzidî û xweparastinê disekine.
Nivîsên di vê hejmarê de:
Feleknas Uca, di nivîsa bi sernavê “Mekanê Tawisî Melek niha azadtir e” de li ser girêdana baweriya Êzidiyan a bi mekanan re, pêvajoya azadkirina Şengalê dinirxîne. Têkiliya bawerî, bîr û berxwedana civakî, di çarçoveyeke polîtîk de digre dest.
Aysel Awesta, bi nivîsa bi sernavê “Keçên Şingalê: Di dilê neteweyek de jin hene” bi mînakên mitolojik û rojevî balê dikşîne ku jinên Êzidî, hem barê şer dikşînin hem jî kirdeyên berxwedanê ne.
Rojbîn Deniz, bi nivîsa bi sernavê; “Jinên Êzidî, Ferman û di Riya Heqîqetê de” li ser komkujiyên k udi dîrokê de li ser jinên Êzidî çêbûn û lêgerîna wan a heqîqetê ya ji dîrokî ve heta niha didome radiweste.
Oya Açan, di nivîsa “Bedena kuştî, hêviya têkçûyî, keda desteserkirî” de mêtinkariya piralî ya jin dijîn analîz dike. Polîtîkayên li ser şîdeta zayendî, desteserkirina aborî û bênirxkirina civakî analîz dike.
Ezgî Sila Demîr, di nivîsa bi sernavê “Ji êşê wêdetir: Zimanê jinan ê aştiyê” de zimanê jinan ê çêker li dijî travma û hilweşînê nîqaş dike.
Dîlan Kahraman, di nivîsa bi sernavê “Sehneyek ji cam: Li dijî Femînîzma Hollywood Şoreşa Jinan a Rojava” de temsîliyeta berxwedana jinan a di çanda populer û xeta azadiya jinan a li Rojava şekil girtiye tîne beramberî hev.