Kongra Star: Kobanê tevahî mirovahiyê ji xeterê parast
Kongra Star a navçeya Şêranê, bi daxuyanek bal kişand ser kareseta mirovî ya gefê li deh hezaran sivîlan dixwe. Kongra Star, destnîşan kir ku Kobanê ya ku li dijî DAIŞ’ê semboleke cîhanî ye, îro tenê tê hiştin.
Kobanê- Kobanê, ji şerên li dijî DAIŞ’ê û vir ve yek ji demên xwe yên herî dijwar dijî. Bajar, di bin dorpêçeke tund ku ji aliyê leşkerên bi pere yên dagirkerên Tirk û cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve hatiye ferzkirin de ye. Dorpêça li ser bajêr, jiyana rojane felc dike û xizmetên bingehîn bi tevahî tune dike.
Kongra Star a navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê, têkildarî rewşa li Kobanê û gundewarên wê tê jiyîn, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a navçeya Şêranê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara ya navçeya Şêranê Nisrîn Mihemed ve hat xwendin.
‘Xwestin îradeya jinan bişkînin’
Kongra Star, di destpêka daxuyaniya xwe de da zanîn ku di 6`ê Çileya 2026`an de êrîşên qirkirinê yên hovane li ser îradeya gelan hatine destpêkirin û got: “Bi êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Tebqa û Reqayê re, pêla koçberiyê dest pê kir. Qirkirin, girtina esîran, şehîdxistina sivîlan û destdirêjiya li ser jinan û her wiha bi êrîş û plana qirkirina jin û civakan xwestin îradeya jinan bişkînin. Ji ber zîhniyeta desthilatdar û qirker ji bo îradeya jinan bişkîne cenazeye şehîd Denîz ji kavilan avêt, keziyên rêhevalên jin birîn, destdirêjî li cenazeyên rêhevalên şehîd kirin. Ev diyar dike bê însanetiya wan li hemberî jinan û civakê di kîjan astê de ye û ev kiryar li pêş çavên hemû cîhanê hatin kirin, li ser tevahî Rojava û taybetî li ser Kobanê êrîş hatin kirin.”
‘Kobanê tevahî mirovahiyê ji xeteriyê parast’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên li dijî mirovahiyê li ser gelê Kobanê û gundewarên wê tên kirin û wiha hat gotin: “Kobanê hat dorpêçkirin, gundewarên Kobanê, bajarokên Çelebî hatin talankirin û dagirkirin. Gelek mirovan wek mertal girtin. Ev kiryar li pêş çavên hemû dinyayê hatin kirin. Wekî tê zanîn Kobanê tevahî mirovahiyê ji xeterê parast. Gelek bedêlên giran hatin dayîn. Îro jî ev dorpêç li ser Kobanê gelek zor û zehmetiyan çêdike û heya niha berdewam dike. Av, kehrebe, înternet û pêwistiyên jiyanî hatin qutkirin. Her wiha êrîşên li dijî mirovahiyê li ser gelê Kobanê û gundewarên vê tên kirin, bi taybetî li milê başûrê Kobanê tên kirin. Gel nikare vegere malên xwe, di nav dibistanan de dimîne û bi hezaran zarok ji xwendina xwe dûr dimînin.”
‘Rewşa li Kobanê şerma herî mezin e’
Di daxuyaniyê de bêdengiya cîhanê ya li dijî rewşa Kobanê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em weke tevgera jinan dibêjin; pêşengên vê şoreşe, bi hezaran rêhevalên me di oxira azadiyê de şehîd ketin û bi hezaran dayîkan kezeba xwe diyarî vê şoreşe kirin. Bû 14 sal em ser lingan in, heta wekhevî û aramî li rûye erdê pêk were, ji bo ku hemû netew û tevahî cîhan di aramiyê de bijîn. Îro jî ev şerma herî mezin e ku Kobanê di vê rewşê de ye û bêdengiya cîhanê li hemberî bê însanetiya êrîşên komên çete girêdayî Tirkiyeyê tên kirin rûreşî ye.”
Di dawiyê de wiha hate gotin: “Em ji bo raya giştî dibêjin, em ji bo jiyana azad û wekheviya gelan her dem amade ne, wê ramanên Rêbertî yên ku gelan tînin gel hev, di nav me de berdewam bikin.”