Konga Star: Deskeftiyên Şoreşa Jinan xeta me ya sor e

Di bin dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan diparêzin" Kongra Star a kantona Hesekê bernameya 8’ Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyek eşkere kir.

Hesekê- Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” di 19’ê Sibatê de aşkera kir.

Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de Kongra Star a kantona Hesekê bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyek li parka 4’ê Nîsanê eşkere kir. Bi dehan jinên ji Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Kampa Waşokanî û Serêkaniyê amade bûn. Jinan alên Kongra Star û YPJ’ê hilgirtin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Zêrîn Hesaf û bi zimanê Erebî ji koordînasyona Kongra Star, Sîham Mele Elî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Bi ruhê têkoşîna jinên azad û îradeya wan a neşikestî, em 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê, di qonaxeke krîtîk ku Rojava tê de derbas dibe, êrîş zêde dibin de pêşwazî dikin.

‘Jin Jiyan Azadî projeya rizgariya berfireh û vîzyona avakirina civakeke demokratîk e’

Em vê rojê ne tenê wekî rêûresmek merasîmî wekî qonaxeke girîng di têkoşîna xwe de bi bîr tînin, soza xwe ya ji bo şehîdan nû dikin û piştrast dikin ku felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê gotin e, projeyeke rizgariya berfireh û vîzyonek ji bo avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha edalet û wekheviyê ye.

Hêzên dagirker û zihniyeta wan a baviksalar hewl dane bi riya kuştin, îstîsmar û perçekirina cenazeyên hevalên me yên şehîd, jinên Rojava bitirsînin û îradeya wan bişkînin. Lê em bi zelalî dibêjin: Tundî dê me netirsîne, sûc dê me neşkîne û em ê gavek jî ji parastina destkeftiyên şoreşa jinan paşve neavêjin.

‘Her sûcek ku li dijî jinan hatiye kirin biryardariya me ya rêxistinkirin û berxwedanê xurt kiriye’

Ji Denîz Çiya bigre heta gerîla Amara û hemû şehîdên ku jiyana xwe ji bo parastina rûmeta jinan û azadiya civakê feda kirine, em piştrast dikin ku xwîna wan veguheriye hêzeke xurt ji bo têkoşînê û hişmendiyek kûr di nava jinan de ava kiriye. Her sûcê ku li dijî jinan hatiye kirin, biryardariya me ya rêxistinkirin û berxwedanê xurt kiriye û her hewldanek ji bo bêdengkirina dengê me, me bêtir amade û berxwedêr kiriye.

‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’

Di 8’ê Adarê de, em radigihînin ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava, xeta me ya sor e û parastina van destkeftiyan berpirsyariyeke kolektîf e. Em ê rêxistina xwe li hemû qadan xurt bikin, em ê asta hişmendî û têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku şoreşek ji hêla jinan ve tê birêvebirin nayê têkbirin.

Bernameya Kongra Star ji bo kantona Hesekê wiha ye:

- Di 1ê Adarê de, bajar dê ji aliyê Kongra Star ve werin xemilandin û jinên ciwan li ser gorên şehîdên dar û kulîlkan biçînin.

- Di 2’yê Adarê de, komek jin dê çekan bigrin û beşdariya xwe di seferberiya giştî de ragihînin. Jinên ciwan dê deriyê bajarê Hesekê bi keziyan bixemilînin.

-Di 3’yê Adarê de dê gundên Jinwar û Zirgan werin ziyaretkirin. Li Hesekê, jinên ciwan dê hejmarek jinan kom bikin da ku hejmara 8’an ku Roja Jinên Navneteweyî temsîl dike çêkin.

- Di 4’ê Adarê de dê mûm li ser gorên şehîdan werin vêxistin û jinên ciwan pêşangehek hunerên destan û wêneyên şehîdên jin vekin.

-Di 5’ê Adarê de, saziyên sivîl û leşkerî dê werin ziyaretkirin, fîlmek li ser kezî û wateya wê dê were nîşandan û jinên ciwan dê pîrozbahiyek li dar bixin.

-Di 6’ê Adarê de dê çerxeriyek were destnîşankirin û jin li hev bicivin da ku porê xwe bikin kezî. Her wiha dê şano li kolanan ji hêla jinên ciwan ve were pêşkêşkirin.

-Di 7ê Adarê de dê amadekariyên pîrozbahiya 8’ê Adarê werin kirin û jinên ciwan dê broşurên li ser kezî û girîngiya wê ya dîrokî ji bo Kurdan belav bikin.

-Di 8ê Adarê de dê pîrozbahiyek navendî li stadyûma Şehîdên Bendava Tişrînê ya li Hesekê were lidarxistin.

Civînên berfireh ên ku  li Hesekê û bajarên girêdayî  wê ji bo roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê werin lidarxistin ev in:

Hesekê 2’yê Adara 2026’an

Dirbêsiyê 1’ê Adara 2026’an

Til Temir 7’ê Adara 2026’an

Zirgan 1’ê Adara 2026’an

Kampa Waşokanî û Kampa Serêkaniye di  5 û 3 Adara 2026’an de

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.