Komîteya Vegera Serêkaniyê: Em ji bo vegera bi ewle ya 75 hezar koçberan dixebitin

Endama Komîteya Vegera Serêkaniyê Zehra Samou tekez kir ku vegera bi ewle, rêxistinkirî û bê xeter a 75 hezar koçberên Serêkaniyê, armanca wan a sereke ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ev 7 sal in êşa koçberên Serêkaniyê dewam dike. Bi hilweşîna rejîma Baasê û hatina hikûmeta demkî re, tevî peymana 10’ê adarê ku yek ji bendên wê bidawîkirina tengasiyên ji ber koçberiyê ye, heya vê gavê jî ev tengezarî li Sûriyeyê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de û bi pêkanîna entegrasyona demokratîk, gavên erênî yên ji bo vegerek bi ewle tên avêtin. Têkildarê vê mijarê Endama Komîteya vegera Serêkaniyê Zehra Samou ji ajansa me re behsa gavên ji bo vegera koçberan kir.

‘Vegera bi ewle û garantî niqaşên herî bingehîn e

Zahra Samou diyar kir ku komîteya koçberên Serêkaniyê demek dirêj ji bo vegera koçberan  a bi ewle ya ji bo Serêkaniyê dixebite û wiha pê de çû: “Me wekî komîteya koçberên ji Serêkaniyê, serdana gelek aliyan kir û li ser mijara vegera bi ewle, mekanîzmayên vegerê û garantiyên ku dê koçberan piştî vegera wan biparêzin, nîqaş kirin. Ji bo vegerê gav tên avêtin û civîn jî tên lidarxistin da ku vegera bi ewle amade bikin. Rêya ber bi Serêkaniyê ve jî hat vekirin. Lê di hemû nîqaşên ku tên kirin de, em girîngî didin vegera bi ewle û mîsoger.”

‘75 hezar koçberên Serêkaniyê li hêviya vegera bi ewle ne

Zehra da zanîn ku rewşa koçberan di xeteriyê de ye û wiha got: “Herkes dizane ku mirovên koçber ên li kampan ji ber nebûna rêxistinên navnetewî û barana zêde, di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Di encamê de, êdî li kampan jiyan nemaye û rewş her roj xirabtir dibe.75 hezar kesên ji Serêkaniyê  koçber bûne di kamp û stargehan de ne, ji ber vê yekê em bi giranî li ser vegera bi ewle ya bi rûmet disekinin da ku bi garantiyên ku kes zirarê nade wan û ew ê li ser mal û milkên xwe bijîn.”


‘Pêwîst e mal û milkên koçberan li wan were vegerandin ‘

Zehra destnîşan kir ku pêwîst e mal û milkên koçberan li wan vegere û wiha domand: “Gava duyem ew e ku mirov balê bikişîne ser komên cuda hatine li ser mal û milkên xelkên resen yên Serêkaniyê rûniştine. Pêwîst e ew kes werin derxistin da ku koçber bi ewle vegerin ser mal û milkên xwe. Ji ber ku gelek mal û milkên kesên ku ji wan deran koçber bûne di destê kesên ku ne niştecihên herêmê ne de ne, divê ew mal û milkên xwe radestî xwediyên wan ên resen bikin.”

‘Ji bo avakirinê gerek herkes destek bide û bi erkê xwe rabe

Zehra Samou bang li rêxistinên mirovî kir ku di qonaxa ji nû ve avakirinê de gerek bi erkê xwe rabin û wiha pê de çû: “Piştî dagirkirina Tirkiyeyê ya Serêkaniyê, demografiya herêmê hate guhertin. Bi wêrankirina gelek mal û gundan, bi taybetî gundên dîrokî yên Tell Helef û Eyn Hisan ku pîrozbahiyên me yên dîrokî lê hatin lidarxistin û yên din. Ji ber vê yekê, divê di ji nû ve avakirina herêmê de piştgirî ji niştecihên resen re were dayîn.”

Zehra di dawiya axaftina xwede balkişand ser xala herî bingehîn û girîng a ji bo vegerek bi ewle û wiha got: “Divê garantî û çavdêriya navnetewî ya vegera kesên koçber a ji bo malên xwe hebe, da ku piştrast bibe ku ew rastî binpêkirinan nayên.”