Kobanê ser piyan e: Em ê ji bo hebûna xwe seferber bibin
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê di salvegera despêka êrîşên dagirkeriya li Efrînê meşiyan û teqezkirin ku ewê ji bo parastina hebûna xwe seferber bibin.
Kobanê – Dewleta tirk weke îroj di 2018’an de êrîşeke dagirkeriyê bi ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de anî. Gelê ku li dijî êrîşan 58 rojan li berxwedan, dewleta tirk û çeteyên wê herî dawî bi êrîşeke pir dijwar herêm dagirkir.
Piştî 8 salan îroj dewleta tirk û çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst bi heman êrîşên dagirkeriyê tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistiye armanca dagirkeriyê.
Di vê çarçoveyê de îroj bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Gel bi hêrseke mezin û bilindkirina diruşmên “berxwedan jiyan e” û “bijî berxwedana QSD’ê” ji qada Jina Azad birêketin û ber bi qada Aştiyê ve herikîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, peyama gelê Kobanê ji aliyê hevserokê TEV-DEM Enwer Mislim ve hat dayîn.
Enwer Mislim ku got “Helwest, biryardarî û berxwedana me dê xwe bispêre berxwedana Kobanê ya 2014” û da diyarkirin ku dê her tax û gundek bibe mewziyeke şer, her ciwanek û jineke bibe şervan.
Meş bi silavkirina berxwedana hêzên QSD’ê bi dawî bû.