Kesên di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Di salvegera 9’an de kesên di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku komkujî ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye kirin û got: “Em kevokê aştiyê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin.”

Navenda Nûçeyan- Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li Qada Gara Trenê ya Enqereyê bi bombeyan êrişî Mitînga Aştiyê kir. 101 parzêvanên mafên ku hatin qetilkirin di 9’yemîn salvegera komkujiyê de hatin bîranîn.

Malbatên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin û birîndar bûne, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Partiya Kedê (EMEP), Halkevlerî, CHP, Sendîkaya Kedkarên Civakê (KESK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî tevli merasîma bîranînê bûn. Girseyê pankarta “Em ê komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” vekirin, ji Stasyona Metroyê ya Ulusê heta Qada Garê meşiyan. Di dawiya meşê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre navê kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hatin xwedin. Di bîranînê de dem dem dirûşma “Roj dê were, dewran biguhere, kujer hesab bidin gel” hat berzkirin.

Ji bo kesên hatin qetilkirin bîrdarî

Avahîsaz Metîn Yurdanur ku bîrdariya li qadê çêkiriye di bîranînê de axivî û wiha got: “Min 45 sal berê li Qada Garê ya Enqereyê bîrdarî çêkir. Bi navê din, peykerê Xoce Nasreddîn. Li gorî rexnegirên hunerê ev yek berhemeke sereke ye. Ev bîrdarî, di 10’ê Cotmeha 2015’an saet di 10.04’ê de di nava xwînê de ma. Çav û rûyê Xoce Nasreddîn ên ku 30 sal bûn rûyê her kesî dikenand, di nava xwînê de man. Bi salan piştî wê bîrdariyê, bîrdariyeke din li vir zêde bû. Ev bîrdarî ‘Qêrîna Dayikan’ e. Ji ber ku ava ji jor diherikî dê bibin rondikên çavên dayikan. Dê qêrîna dayikan li hemû cîhanê belav bibe. Di vê navberê de mamosteya Veyselê 9 salî, Sabahat Xanimê got; “Îcar ez ê niha aştiyê çawa ji zarokan re vebêjim.” Mamoste Sabahat, hûn ê aştiyê mîna di vê bîrdariyê de vebêjin; jineke ku di hembêza wê de mirin heye lê li ber xwe dide, diqîre, li ber xwe dide dê mîna kevoka aştiyê ya zarokeke keç bi xwe re dibe lê ji bo aştiyê li ber xwe dide, têdikoşe vebêjî.”

‘Cînayetek siyasî ye’

Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun ku hevjînê wê parêzer Uygar Coşgun di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî metna hevpar xwend. Mehtap Sakinci Coşgun wiha got: “Heke Komkujiya 10’ê Cotmehê weke sûcekî li dijî mirovahiyê neyê qebûlkirin wê demê dê kîjan doz were qebûlkirin? Dema mirov li daxuyaniyên siyasî yên wê demê dinêre, pir eşkere ye ku komkujiya 10’ê Cotmehê cînayeteke siyasî ye.” 

‘Tekane daxwaza wan aştî bû’

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Partiyê Tulay Hatîmogullari di bîranînê de axivî û wiha got: “Tekane daxwaza wan aştî bû. Dixwestin şer û pevçûnên li Tirkiyeyê bi dawî bibin. Dixwestin pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Daxwaza wan ked bû, mafê kedkaran bû. Ji ber ku baş dizanin ku heke nan nebe aştî û edalet jî nabe.”

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe ev tişt got: “Dixwestin jin neyên qetilkirin, daxwaza darazeke serbixwe û adilane dikirin. Daxwazên wan mafên mirovan, azadî, hemwelatîbûniya wekhev û bidawîkirina komkujiyên li dijî elewiyan bûn... Bi kurt û kurmancî daxwaza wan aştî, edalet û xwişkîtî biratî bû.”

 ‘Desthilatdariyê ji bo parastina hêza xwe komkujî pêk anî’

Tulay Hatîmogullari wiha got: “Vê desthilatdariyê, ji bo parastina hêza xwe Komkujiya 10’ê Cotmehê da kirin. Dê were bîra we; heta 10’ê Cotmehê weke ku fermana komkujiyan hatibe dayin li her derê komkujî dihatin kirin. Li Dîlokê di dawetekê de komkujî kirin, di mitînga HDP’ê teqîn pêk anîn, bombe danîn rêxistinên HDP’ê yên Edene, Mêrsînê... Û li Pirsûsê rêwiyên xeyalan qetil kirin. Ev komkujî tevek li gel DAIŞ’ê kirin û rê li ber DAIŞ’ê vekirin. Vê îktîdarê xwest hebûna xwe bi hevkariya DAIŞ’ê biparêze. Haya wan ji hemû komkujiyan hebû. MÎT a ku li navenda Enqereyê nahêle çûk bifire, hêzên ewlekariyê û tevek ji vê komkujiyê haydar bûn. Dema doza Komkujiya Gara Enqereyê dişopandin, ketin nava tirs û xofê. Heke gotin di cih de be li xwe mikur hatin û gav bi gav vegotin ka çawa pêk anîne. Bê ka gubre çawa bi dest xistine, bombe çawa amade kirine, ji Dîlokê heta Enqereyê rê li ber wan çawa hatiye vekirin. Dema mirov li girtekan dinêre, wê demê dibîne bê ka pêşiya vê komkujiyê ji hêla dewlet, hêzên ewlekariyê û MÎT’ê ve çawa hatiye vekirin.”

 ‘Ger em ji bîr bikin bila dilê me bibe kevir’

Tulay Hatîmogullari, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê van canên xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Armanca wan çi be, heta ku ev tevek pêk tên em ê têbikoşin. Bila soza me ya ji bo we kevokên aştiyê yên hêja; dê ala we tu caran nekeve erdê. Heke me ew ji bîr kirin bila dilê me ziwa bibe.”

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ber bîrdariyê û merasîma bîranînê bi dawî bû.