Kampanyaya Sêşema na ji darvekirinan re: Jiyana girtiyan di metirsiyê de ye

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ragihand ku jiyana girtiyan di metirisyeke mezin de ye û gelek girtî rûbirûyî kêmbûna xwarin û lênêrîna bijîşkî ne. Kampanyayê bal kişand ser xetereya darvekirina girtiyan.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 113’an de didome. Li seranserê welat girtiyên li 56 girtîgehan, li dijî pêkanîna dayîna cezayên darvekirinê, di grevê de ne. Kampanyayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser darvekirina sê xwepêşanderan di meha Çileyê de û diyar kir ku di salek de 2,650 kes li seranserê welat hatine dervekirin.

Girtî rastî êrîşan tên

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şert û mercên êrîşan de, jiyana girtiyan di xetereyek mezin de ye û gelek girtî rûbirûyî kêmbûna xwarin û lênêrîna bijîşkî ne. Hat îfadekirin ku di hefteya borî de, bi dehan girtî li girtîgeha Çabaharê ji ber nerazîbûna li dijî kêmbûna dabînkirina xwarinê ji aliyê erkdarên girtîgehê ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: 

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ Cejna Remezanê û Cejna Newrozê ya 2026’an li tevahî gelên Îranê, bi taybetî malbatên kuştiyên serhildana Çileya 2026’an de û hemû berxwedêrên sala borî ku ji aliyê hikûmeta zalim û zordar a ‘Welayet-î Feqîh’ ve hatine kuştin pîroz dikin. Em spasiya hemû kesan, sendîkayan, mamosteyan, teqawîdbûyan, karkeran û malbatên kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn her wiha medyaya serbixwe û hemû kesên ku bûne dengê kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, dikin. Em hêvî dikin ku sala 2026’an bibe sala azadiya Îranê, Îrana bê îşkence û darvekirin.

Di salek de rejîma Îranê 2 hezar û 650 welatiyan bi darve kir

Rejîma darvekirinê di nava salek de li herêmên cuda zêdetirî 2,650 welatiyên me darve kirin. Her wiha di arefeya Newrozê de, sê ciwanên wêrek ên bi navê Mehdî Qasimî, Seîd Dawûdî û Salih Mihemedî ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin, li Qûmê bi darve kirin. Ji derveyî vê jî girtiyeke din ê bi navê Kurûş Keywanî bi sûcê sîxuriyê li Girtîgeha Navendî ya Kerecê bi darve kir.

Bang kir

Em weke endamên kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, darvekirinên kêfî û sûcdariyên ku bi armanca afirandina tirs û xofê di civakê de tên kirin şermezar dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, welatên cuda û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku zextê li hikûmeta Îranê bikin da ku rêzê li mafên girtiyan bigrin, bi taybetî ji bo girtiyên ku di mehên dawî de hatine binçavkirin û di bin qutbûna têkilî û sansura înternetê de bi bêdengî rastî îşkence û metirsiya cezayên darvekirinê tên. Her wiha em daxwaz dikin ku girtiyên siyasî bên berdan. Bi taybetî ji ber jiyana girtiyan di şert û mercên êrîşan de di metirisyek mezin de ye û gelek girtî rûbirûyî kêmbûna xwarin û lênêrîna bijîşkî ne. Di hefteya borî de, bi dehan girtiyên li girtîgeha Çabaharê ji aliyê erkdarên girtîgehê ve ji ber ku nerazîbûna xwe ya li dijî kêmbûna xwarinê nîşan dane, hatin kuştin û birîndarkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di nava du hefteyan de daxuyaniya Kampanyayê (hefteyên 111 û 112), ji ber qutbûna ragihandinê nehat weşandin.