Jinên Suweydayê piştgirî dan gelê Kurd

Jinên Suweydayê, bi xwepêşandanek piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin û binpêkirin û komkujiyên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve tên kirin şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Jinên li Suweydayê, îro bi armanca hevgirtina bi gelê Kurd re li qada Karamayê xwepêşandanek li dar xistin. Jinan, di xwepêşandanê de hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan dan û ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan banga têkoşîna hevpar kirin.

Jinan zextên ku di demên dawî de li dijî gelê Kurd û bi taybetî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê didomin şermezar kirin û bi bîr xistin ku kiryarên bi vî awayî berê ji aliye Heyet Tehrîr El Şam ve li Suweyda û bajarên din jî hatibûn kirin.

Beşdaran dirûşmên ku piştgiriya xwe ji bo hemû kesên nirxên azadî û mafên mirovan parve dikin tekez dikirin, qîriyan û pankartên ku piştgiriya xwe ji bo doza Kurd nîşan didan, hilgirtin.

‘Têkoşîn ji bo azadî demokrasî û mafên mirovan e’

Xuzame el-Bunnî ya beşdarî xwepêşandanê bû, destnîşan kir ku gelê Suweydayê bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re di nava hevgirtinê de ye. Xuzame el-Bunnî, diyar kir ku têkoşîn ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan e û bang li Kurdan kir ku têkoşîna xwe ya adilane bidomînin.

‘Em hemû rastî zilm û zexta dijwar tên’

Aktîvîst Manal Kenaan jî axivî û got: "Me ev çalakî ji gund û bajarokên Suweydayê, ji Şahba, Sulhuk, Bekal û El-Gariyeh koordîne kir. Em ji bo piştgirîdayîna fedakariyên mezin ên xwişk û birayên xwe yên Kurd li vir in. Em hemû rastî zilm û zextên dijwar tên. Em hêvî dikin ku ev çalakî bibe nîşandana maf û berxwedanê, nîşandana piştgiriya rast a ji bo gelê Kurd."

Emel Salem Danon a ji Şehbayê, wiha got: "Çarenûsa me hevpar e, dijminê me yek e û zilma ku em dijîn jî yek e.”

Jinan, destnîşan kirin ku sivîl û bi taybetî jî zarok û jin rastî her cure binpêkirinan tên û diyar kirin ku ew mafên xwe yên bilindkirina dengê xwe û gotina "Êdî Bes e!" bi kar tînin.

‘Ev feraset ji bo Sûriyeyê û cîhanê xeterek mezin e’

Jina bi navê Somaya el-Yûsuf jî piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û da zanîn ku binavkirina Heyet Tehrîr el-Şam mîna "milîs" şaş e. Somaya el-Yûsuf, tundî, zilm, qetilkirin, şewitandin û revandina jinan a li Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku ev feraset ji bo Sûriye û cîhanê xeterek mezin e.