Jinên Koye perwerda dirûnê dibînin

Aşna Kave ya ku perwerda dirûnê dide jinan, diyar dike ku jin dikarin bi van perwerdeyan fêrî pîşeyek dibin û piştre dibin xwedî kar.

Koye – Navendên perwerdehiya havînê yên li Koye, di gelek qadan de qursên mîna perwerdehiya pîşeyî, zanistî û ziman pêşkêş dikin. Hinek qurs bi pere ne, hinek jî belaş in. Îsal ji bo demsala havînê, Kooperatîfa Jiyanê ya Kurdistanê ji bo 20 jinan perwerdeya dirûnê daye. Armanca bingehîn a van perwerdeyan, avakirina derfetên  kar a ji bo ciwanan e. Ev qursên wan ên ewil nînin. Di perwerdeyên niha de, qursên komputer û sorfê jî tê dayîn. Jin di tevahiya demsala havînê de ji bo wergirtina van perwerdeyan gelek hewil didin.

‘Ez ji bo destek bidim jinan pir dixebitim û dixwazim serketina wan bibînim’

Aşna Kave, ji bo herî kêm 700 jinan perwerdehiya dirûnê daye. Aşna Kave, da zanîn di perwerdehiya demsala havînê ya îsal de 20 jin fêrî dirûnê bûne û wiha berdewam kir: “Min di sala 2014’an de dest bi perwerdeyên dirûnê kir û heta niha min 32 dersan daye. Di her qursê de herî kêm 20 jin hatin perwerdekirin û ev perwerde bi rêya kooperatîf û navendan tên dayîn. Jinên ku ez perwerde didim wan, bi wergirtina perwerdehiya dirûnê, ji bo zêdetir pêşxistina xwe gelek hewl didin. Ez jî ji bo ku destek bidim wan, pir dixebitim û dixwazim serketina wan bibînim. Piraniya beşdarên perwerdeyê, xwendekarên zanîngehê ne û eleqeyek mezin nîşanî perwerdehiya dirûnê didin.”

Aşna Kave, têkildarî amûrên dirûnê yên di perwerdeyê de tên bikaranîn jî agahî da. Aşna da zanîn ku xwendekar ji bo hin perwerdeyan ekîpmanan ji derve tînin û wiha got: “Ev dibe sedem ku ew berhemdartir fêr bibin. Em ji bo kesên dixwazin di perwerdeyê de serkeftî bibin, ekîpmanên pêşketî peyda dikin. Beşdarên perwerdeyê, bi van ekîpmanan re bi awayekî zûtir û biewletir fêr dibin.”

‘Divê jin fêrî pîşeyan bin’

Yek ji beşdarên perwerdeya çiyagerî Hêlîn Goşhad, derbarê perwerdeyan de axivî. Hêlîn da zanîn ku malbata wê di aliyê wergirtina perwerdeya dirûnê de gelek piştgirî daye wê û wiha got: “Ger nebim xwedî pîşeyek, ezê di avakirina jiyana xwe de zehmetiyan bijîm. Ev perwerde ji bo min pir girîng e. Ji ber ku fêrbûna pîşeyek, bandor li pêşketina kesane dike û ez dikarim jiyana xwe bikim bin ewlehiyê.”

‘Perwerdeyên bi vî awayî, ji bo jin û ciwanan pir bi kêr e’

Lana Salah jî qala derfetên ku Kooperatîfa Jiyanê ya Kurdistanê ji bo jin û ciwanan pêşkêş dike kir û wiha got: “Perwerdeyên bi vî awayî, ji bo jin û ciwanan pir bikêr in. Divê jin xwe fêrî gelek pîşeyan bikin. Ji ber ku li Kurdistanê derfetên kar sînordar in û şert û mercên aborî dijwar in.”

‘Jin dikarin li malê jî bixebitin’

Lana Salah jî balkişand sar hewldanên jinan ên ji bo peydakirina kar û got ku jin dikarin li malê jî bixebitin. Lana, nêrînên xwe bi van gotinan pişrast kir: “Ger jin nikaribin li derve kar peyda bikin, dikarin li malê jî bi karên wekî dirûnê debara xwe bikin. Ev pîşe ji bo jinan him serxwebûna aborî mîsoger dike û him jî ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe dibe alîkar.”