Jinên Efganî ên li Îranê bang li NY’yî kirin
Komek ji jinên Efgan, çalakvanên mafên mirovan û rojnamevanên li Îranê bi dîmenek bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi lezgînî rewşa wan çareser bikin.
Navenda Nûçeyan – Komek ji jinên Efganî, çalakvanên mafên mirovan û rojnamevanên ku li Îranê dijîn bi dîmenek ku metrisiya rewşa xwe tînin ziman û daxwaza piştgiriya lezgîn ji rêxistinên navneteweyî dikin, parve kirin.
Jinan ragihand ku piştî Talîban li Efganistanê hat ser desthilatdariyê, neçar mane welat biterikînin û li Îranê li stargehên penaberiyê bigerin.
Jin li Îranê bi pirsgirêkên bêewlehiyê rû bi rû ne
Li gorî wan, şert û mercên jiyana vê koma penaberan li Îranê bi pirsgirêkên cidî û bêewlehiyê re rû bi rû ne. Wan tekez kir ku tevî lawaziya pê re rû bi rû dimînin jî piştgiriyek baş nagirin û rewşa wan xirabtir dibe.
‘Bêdengiya saziyên navneteweyî cihê gumanê ye’
Jinan her wiha rexne li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Tehranê kirin û gotin: “Bêxemiya li hemberî rewşa jinan cihê metrisiyê ye. Bêdengiya saziyên navneteweyî li hemberî rewşa jinên Efgan cihê gumanê ye û pêdivî bi hesabpirsîna yekser heye.”