Jinên Êzidî: Em li dora hêzên xweyî parastinê bibin yek
Piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yên têkildarî Şengalê û hewldana artêşa Îraqê ya ji bo berhevkirina çekên li vir, jinên êzidî hişyariya“Em ji van hewldanên bêparastin hiştina civaka me re dibêjin pêş amadehiya fermaneke nû ye."
Şengal – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di 9’ê Sibatê de beşdarî televîzyonek bû û got ku hebûna PKK’ê li Îraqê, bi taybetî li Şengalê, ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkek ewlehiyê ye. Hakan Fîdan angaşt ku ev rewş ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo serwerî û ewlehiya Iraqê jî girîng e û wiha got: “Li ser xeta Şengal–Mexmûr–Qendîlê dibe ku di demeke nêzîk de guherîn çêbibe. Hevkariya di navbera Enqere û Bexdayê de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê girîng e.”
Ji ber van gefên Hakan Fîdan û hewldana artêşa Îraqê ya ji bo berhevkirina çekên li Şengalê, di nav êzidiyan de metirsiya êrîşên nû yên li dijî Şengalê çêbûn. Civaka Êzidî li dijî planên qirêj yên nû, bi hemû sazî û dezgehên xwe nerazîbûn nîşan dide. Di pêşengiya jinên êzidî de ev nerazîbûn berdewam dikin. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nafiya Şengalî û Nazlîn Êdo fikar û nêrînên xwe bi riya ajansa me anîn aziman û gotin: “Em ji van hewldanên bêparastin hiştina civaka me re dibêjin pêş amadehiya fermaneke nû ye.”
‘Divê em plana xeternak a li ser me tê gerandin bibînin’
Hevseroka Meclîsa Gel a Xanesorê Nafiye Şengalî diyar kir ku planekî xeternak ê cidî li derdora Şengalê û tevahiya Nînovayê tê zivirandin û wiha got: “Di sala 2014’an de demekê beriya fermana 3’yê Tebaxê, hêzên dewleta Îraqê cardin li nava Şengalê geriyan û digotin em ê çekên nav miletê ji wan bistînin. Piştî wê bi demeke kurt jixwe DAIŞ’ê ferman anî serê miletê me. Hem hêzên Îraqê, hem hêzên pêşmerge yên ku ji bo parastina Şengalê diman, bêyî ku parastina gel bikin reviyan û Şengalê di destê DAIŞ’ê de hiştin. Em ê tû caran wê lihevkirin û bazara ku li ser me hate kirin ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Jixwe di nav milet de çekek tuneye ku Îraq kom bike. Ji ber ku hêza me ya parastinê YBŞ-YJŞ û asayîşa êzidxanê heye. Êdî ew hêzên me yên parastinê ne. Metirsiya ku îro cardin li ser me tê ziman, wê demê tîne bîra me.”
‘Dîsa dixwazin komkujiyên nû li ser me pêk bînin’
Nafiya Şengalî, di axaftina xwe got ku divê ew wekî civak û hêzên parastinê yekîtiya xwe ava bikin. Nafiya destnîşan kir ku divê li hemberî metirsiya êrîşên nû, miletê êzidî hişyar be, mîna sala 2014’an nêzîkî xwe nebe û wiha dewam kir: “Em her tim dibêjin ger wê demê me wekî niha rastiya planên li ser xwe fêm kiriba û em rêxistinkirî bûna, em ê li pêşiya fermanê sekinîbana. Lê zanebûna îro wê demê bi me re nebû. Lazim e em nebêjin wê fermanên din neyînin serê me, niha jî fermana spî li ser me dimeşînin. Em ji van hewldanên bêparastin hiştina civaka me re dibêjin pêş amadehiya fermanekê nû ye. Dîsa dixwazin komkujiyên nû li ser me pêk bînin. Her hêza ku gefan li ser şengalê bixwê, hemû hevkarên DAIŞ’ê ne heta ew bi xwe ne. Lazim e careke din miletê me neyê xapandin û guh nedê tirsa ku tê avakirin.”
‘Em qebûl nakin artêş werê cihê xwe di gundan de çêke’
Nafiya bi gotinên “Me kengî pişta xwe daye hêzekî cuda, wê demê ferman hatiye serê me” girîngiya baweriya bi hêza xwe anî ziman û bi van hişyariyan domand: “Ez dîsa daxwazê ji hemû hêzên êzidî dikim. Di kijan hêzê de cih digrin bila bigrin, bila wekî êzidî destê xwe bidin destê hev. Ger hêzên me yên parastinê xwe bikin yek, em weke milet heya dawî li pişta wan in. Em têra xwe hene. Di dema rêjîma Sedam de hêzên artêşê bi tû awayî cihên xwe di nav milet de çênedikirin. Bi piranî ji derveyî bajaran bi cih dibûn. Hêzên hundirîn wek em in dexilî hebûn. Em qebûl nakin artêş werê cihê xwe di gundan de çêke. Sibe yek jin nikare bi rihetî ji malên xwe derkeve.”
‘Baweriya min heta dawî bi civaka me heye’
Endama Tevgera Jinên Êzidî Nazlîn Êdo jî diyar kir ku divê miletê Êzidî li ber xwe bide û axa xwe biparêze. Nazlîn jî balkişand ser girîngiya parastina axa xwe rawestiya û wiha pê de çû: “Divê miletê me li hemberî planên qirêj yên nû ku dixwazin li ser Şengalê pêk bînin, li ber xwe bide. Miletê wê axa xwe biparêze û bi destê dijmin de bernede. Tiştê ku ez ji miletê me hêvî û daxwaz dikim, bila çekên xwe nedin kesî. Li hemberî hêzên ku beriya niha xiyanet li me kirine, bi hişyarî nêzî herkesî bibin û bi hêza xwe bawer bin. Di sala 2014’an de jî heman tişt kirin û yek çek nehiştin û dû re miletê me di fermanê re derbas kirin. Êdî em dizanin bi hêza xwe li ber her êrîşê bisekinin û xwe biparêzin. Em weke civak niha ne wekî dema 2014’an in. Hêviya min ji miletê me ew e ku li ber xwe bide û cih warê biparêze. Baweriya me heta dawî heye ku wê vê carê miletê me ax, çiya û her tiştê xwe biparêzê.”