Jinan di rojbûna 77’emîn a Abdullah Ocalan de daxwaza azadiya fizîkî kirin

Jinên bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 77’emîn pîroz kirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Di 4’ê Nîsana 1949’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê  Bakurê Kurdistanê, ji dayik dibe. Jinên Rojavayê Kurdistanê her sal bi çalakiyên cur be cur rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.

Jinên Kurd û Ereb ên bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, der barê vê rojê de axivîn û daxwazên xwe anîn ziman.

Jin naxwazin îsal jî ji dûr ve pîroz bikin

Xezal Xidir di destpêkê de rojbûna Abdullah Ocalan li rêberê xwe û jinan pîroz kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo me 4’ê Nîsanê rojeke pîroz e û daxwaza me em hemû jin vê rojê bi hebûna Rêber Apo xwe pîroz bikin. Ji ber em çi bikin jî em ê her dem deyndarên ked û têkoşîna wî bin. Ji lewre em naxwazin ji dûr ve pîroz bikin, em wî di navbera xwe de dixwazin.”

Bila bibe rojek navneteweyî

Sediya Îdo ya Ereb jî daxwaz kir ku roja zayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe rojek navneteweyî û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em kêfxweşiyeke ne normal di rojbûna Rêber Apo de dijîn, çimkî xweştirîn roja di salê de ye. Em dikarin bibêjin ku 4’ê Nîsanê roja zayîna jinan tevahî ye. Bi vê helkeftê em bang li tevahî jinan dikin ku bi destên hev bigrin û piştgirên hev bin. Pêwist e bûyerên çêdibin bandorê li têkoşîna jinan nekin û nexasim di roja 4’ê Nîsanê de hemû jin bibin yek.”

Bêyî îradeya jinan wê proseya entegrasyonê neçe serî

Sediya Îdo got ku Rêber Ocalan derfetek daye jinan ku azad bijîn û wiha pêl da gotinên xwe: “Çawa Rêber Apo derfet da ku em azad bijîn divê em vê derfetê jî ji dest xwe nedin. Ji lewre proseya entegrasyona di navbera QSD û Şamê de bêyî îradeya jinan wê neçe serî. Em ê tu entegrasyonê nepejirînin ger nasname û tevgera jinan nas neke.”

Xwe li derdora fikr û felsefeya Rêber Abdullah kom bikin

Meryem Qasim bang li jinan kir ku li dora fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kom bibin, bibin xelek û wiha pêde çû: “Ger Rêberê me wekî rêber û serokên dewletan berjewendîperest bûya wê îro ne di girtîgehê de bûya. Lê ji ber ku Rêberê me barê welat û gelan hilgirtiye ser milên xwe, ji bo azadî û demorkasiya wan têdikoşe, rê nayê dayîn ku fîzîkî azad bibe. Bila serokê me bi fîzîkî azad bibe û di navbera me de bijî.”

Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan înkar nekin

Meryem Qasim bang li gel kir ku nekevin xefika dijmin û neyên xapandin ked û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan înkar nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê fikr û felsefeya Rêber Apo li her malê belav bikin û bidin jiyandin. Heta ku em wî azad nebînin em ê dest ji doza xwe bernedin.”