Jin ji bo Abdullah Ocalan name dinivsînin
Di çarçoveya hemleya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” Kongra Star li 12 navendên xwe dest bi nivsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.

Hesekê – Di 14’ê Gulanê de ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hemleya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” dest pê kiribû. her ku diçe berfirehtir dibe. Kongra Star jî di 1’ê Îlonê de tevlî vê hemleyê bû û çalakiyên cihêreng li dar xist. Di çarçoveya hemleyê de Kongra Star li 12 navendên xwe yên li Hesekê dest bi nivîsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Kongra Star li navendên xwe yên li Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Erîşa, Kampa Serêkaniyê û Waşokanî derfet da jinan ku nameyên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binivîsin.
‘Ji bo jinan derfetek e’
Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî diyar kir ku jin hêza sereke ya parastina projeya azadî û demokrasiyê ne û ev hemle gaveke dîrokî di têkoşîna ji bo bidestxistina vê armancê de ye. Xalîde Botî got: “Ramana azad a Rêber Apo asoyên rizgarî û wekheviyê ji bo jinan li herêmê afirandiye. Ev gav ji bo jinan derfetek e ku bi nameyan hest û daxwazên xwe yên kûr tînin ziman.”
Xalîde Botî tekez kir ku piştî bidawîbûna dema nivîsandina nameyan, nameyên komkirî wê radestî navenda Kongra Star a Hesekê bên kirin û paşê daxuyaniyeke fermî bê dayîn.