Ji Xizmên Windayan banga edaletê

ÎHD û Xizmên Windayan bi şîara ‘Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ di hefteya 863’an de li hev kom bûn û banga edaletê kirin.

Amed – Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amed'ê di hefteya 863'yemîn a çalakiya xwe ya ji bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin", li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolûyê kom bûn.

Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salim Acar di 20'ê Tebaxa 1994'an de li gundê Embar ê Bismil a Amed'ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. 

Çîroka Mehmet Salim Acar ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD a Amedê Firat Akdeniz ve hat xwendin.

Çîrok wiha ye: “Mehmet Salim Acar ê 31 salî, cotkarek bû ku li gundê Embar ê Bismilê dijiya. Di 20'ê Tebaxa 1994'an de, ew bi kurê xwe yê 13 salî û hevalê xwe re li zeviyên nêzîkî gund dixebitî. Nêzîkî nîvro, zilamên çekdar bi otomobîleke Toros a gewr a bê plaka hatin û xwe wekî polîs dan nasîn. Wan nasnameyên Acar û cotkarê din xwestin, dûr re Acar bi zorê xistin otomobîlê û birin.

Dest û çavê wî girêdayî bû

Keça Acar ku tevî cîranan li ber çem kinc dişûştin, di otomobîla ber bi çem ve dihat Acar dîtin ku desten wî û çavên wî girêdayî ne. Her wiha wan dît ku otomobîleke din ku pênc kes tê de bûn û li qeraxa çem sekinandî bû jî, bi wan re çûye.

Malbatê bihîst ku wesayît çûne Tabûra Cendirmeyan a Bismilê. Malbat ji bo aqûbeta Mehmet Salim Acar serî li leşkeriyê, meqamên edlî û îdarî dan. Paşê malbatê serî li Serokkomartiyê, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Dadê û gelek meqamên din da û xwest demildest ji bo ewlehiya Acar tevdîr bên girtin. 

Malbatê serî li Dozgeriya Komarê ya Farqînê da û giliyê Fermandarê Tabûra Komando ya Bismil Îzzet Cûral û cendirme Ahmet Babayîgît kirin. Lê belê Lijneya Îdareyê ya Bajêr di 23'yê Çileya 1997'an de bi îdiaya delil kêm in der barê van kesan de biryara nedarizandinê da. Malbat herî dawî serî li DMME'yê da. DMME'yê di 8'ê Nîsana 2004'an de Tirkiyeyê bi sedema lêpirsîneke bibandor nekiriye mehkûm kir.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.