Ji werza biharê de jin li Kobanê bi keda destan baxçeyan diçînin

Jinên gundê Şêranê yê bajarê Kobanê ku dest bi çandina baxçeyên havînê kirine, diyar kirin ku ev rêbazê çandiniyê çandek e, xwe dispêre bi hezaran salan keda ku bi destên jinan hatiye avakirin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Bajarê Kobanê herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye, ji aliyê çandindî û sewalkiriyê ve dewlemend e. Îsal zivistana ku bi baranê derbas bû bandoreke erênî li ser axê kir, bû sedem ku bihara welat ji her alî ve dewlemend be. Bi taybetî bajarê Kobanê ku xwe dispêre her cure çandiniyê di vê werza biharê de bi gul û kulîlkan xemiliye.

Bi vê baranê her bihusta axa Kobanê bi rengê biharê xemiland. Bi taybetî di vê demsalê de ango meha di Nîsanê de. Jinên Kobanê û gundewarên wê dest bi çandina baxçeyên sebze û şînahiya havînê dikin. Jin ji bo parastina çenda ku xwe dispêre hezaran salan, her cure sebzeyan diçînin.

Ji bo em ji nêz ve ked û berhemên jinan ên di vî warî de bibînin, ajansa me berê xwe da gundê Şêranê yê li Rojhilatê Kobanê û bş jinên ku bi coş û kêfxweşî vî karî dikin re hevdîtin kir.

Çandinî wate dide jiyana jinan

Hemîde Ehmed a 41 salî ku li qeraxa mala xwe şitil amade kirine ji bo biçîne, behsa rêbaz û wateya vê çandiniyê dike.

Hemîde destnîşan kir ku wê li derdora mala xwe her cure dar, çîçek û gul çandine û got: “Ev çandinî jî ne tenê ji bo pêwîstiyê ye her wiha ji bo ku dilê xwe pê geş bikim û wate didim jiyana xwe diçînim.”

Keda destan bi nirx e

Hemîde Ehmed da zanîn ku jin dixwazin her dem derdora xwe xweş bikin û zindî bihêlin. Her wiha di warê bicihanîna pêwîstiyên rojane û yên demdirêj de jî ji van baxçeyan sûdê digrin. Hemîde Ehmed got ku berhemên baxçeyên xwe li cîranan jî belav dikin û wiha pê da çû: “Em fêkiyên bexçeyên xwe  didin cîranan, yên derfetên wan nîn e biçînin ango yên temenê wan mezin ku enerjiya wan têra çandiniyê nake. Jixwe em xwarina zivisitanê jî ji van bostanan çêdikin, wekî pêwîstiyên hinek xwarinan, ava bacan û îsotan, tirşok û hwd. Ji Bilî van jî dema mirov sebze ango şînahiyên din ji keda destên xwe û ji nava baxçeyê xwe bixwe, çêjeke wê ya pir cudatir û bi nirx heye.”

‘Em çandeke ku bi kedê bi pêş ketiye diparêzin’

Hemîde Ehmed dibêje ku çandiniya baxçeyan xwe dispêre çandeke kevnar a bi keda jinan û wiha dibêje: “Axa Kobanê ji bo çandiniyê baş e, derfeteke mezin e ji bo ku em vê çandê biparêzin. Jixwe yên ku ava wan hebe zêdetir diçînin û yên ava wan tunebe jî rêbazeke din ji bo çandiniyê dibînin.”

Her cure şînahiyê çandiye

Semîra Enter jî îsal bi taybetî peqle çandiye, li kêleka wê gelek şînahiyên din ku her derê hêjîn dike çandine, wiha dibêje: “Min hewşa xwe bi taybetî ji bo çandiniyê eyar kiriye. Îsal min peqle çandiye û li kêleka wê bi dehan cureyên sebze û dar çandine.”

Civaka xwedî ked û çandinî

Semîra jî got ku çandina baxçeyan jinan tîne gel hev û kedeke kolektîf diafirîne, wiha got: “Jixwe çandina baxçeyan kedeke mezin dixwaze lê dema ku em êdî berhemên wê dibînin em wê westandinê ji bîr dikin. Bi taybetî jî dema cîranek tê gel me, civata me jinan komî serhev dibe, qehweyek ango çayek bi hev re vedixwin. Ev bi xwe cudabûnê derdixe holê.”