Ji qadên 1’ê Îlonê: Em dixwazin Rêber Apo bibînin

Li qada 1’ê Îlonê ya li Şengalê peyama jinan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Jinan diyar kirin ku îro ew bi saya fikrên Abdullah Ocalan li her qadê jiyanê gotinên xwe dibêjin.

Şengal – Ev demek e jinên êzidî bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de çalakiyên cur be cur dimeşînin. Pêkhateyên Êzidî û Ereb bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh bi boneya 1’ê Îlonê ya Roja Aştî ya Cîhanî meşekî girseyî lidarxistin. Di meşê de ji qadê peyama ku “Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e” bilind bû.

Jinên Êzidî yên beşdarî meşê bûn daxwazên xwe yê li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan bibînin.

‘Em dixwazin Rêber Apo bibînin’

Endama Meclisa Jin a Şengalê Xalîde Şingal diyar kir ku we dixwazin ne dereng zûtir Ocalan ji zindanê derkeve, wî bibînin û wiha got: “Me xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî perwerde kiriye. Berê rewşa jin ne tu rewş bû, ji her qadê jiyanê qût bû lê niha jin xwe li ser fikirên Rêber Apo birêxistin û perwerde dikin. Divê her kes xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde bike.”

‘Îro bi saya fikirên Rêber Apo em xwe tînin ser ziman’

Di heman mijarê de endama Meclisa Jin a Xanesorê Henîfe Şengalî jî bi kurtasî ev nirxandin kir: “Îro roj em xwe li ser fikri û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin, bi saya fikrê wî îro em dikarin li her qadê jiyanê xwe bînin ser ziman û gotinên xwe bêjin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê hîn zêdetir bixebitin û her li ser piya bin.”