Ji DEM Partiyê pirsa ‘sinetkirina jinan’

Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu bi pirseke parlemanî bal kişand ser "sineta jinan" û xwest Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî derbarê vê îşkenceyê de helwesta xwe diyar bike.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Halîde Turkoglu, derbarê pratîka bi navê "FGM" ku di qada giştî de wekî "sineta jinan" jî tê binavkirin, pirsek parlemanî pêşkêşî Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş kir.

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê "sineta jinan" wekî binpêkirinek giran a mafan dibîne û ji wezîr re bîr xist ku li gorî Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Zarokan ku Tirkiyê îmze kiriye, dewlet mecbûr in ku jin û keçan ji van pratîkên zirardar biparêzin. Wê her wiha da xuyakirin ku xala 38’emîn a Peymana Stenbolê diyar dike ku dewletên îmzekar divê van kiryaran bikin sûc.

‘Zêdetirî 230 milyon jin di xetereyê de ne’

Halîde Turkoglu diyar kir ku ev pratîk cureyekî tundiya li dijî laşê jinan û îşkence ye û di pêşniyarnameya xwe de ev daneyên girîng nîşan da:

"Li çar aliyê cîhanê zêdetirî 230 milyon jin rastî vê pratîkê hatine, ku hewl tê dayîn bi hincetên wekî kevneşopî, bawerî, tenduristî, an estetîk were rewakirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, tenê di sala 2026’an de 4.5 milyon keç di xetereya 'sinetkirina organên jinan' de ne."

‘Ev destwerdan nîşaneya serdestiya mêran in’

Halîde Turkoglu bal kişand ser vîdyoyeke promosyonê ya ku ji aliyê Jînekolog û Bijîşkê Zarokan ê li Agiriyê Alî Çakir ve hatiye parvekirin, ku tê de gotinên "sinetkirina jinan" û "rakirina çerm" hatine bikaranîn û wiha got:

"Ev destwerdanên ku ti pêwîstiyek bijîşkî nînin, binpêkirinek cidî ya yekparebûna laşî ya jinan, mafê jiyanê û tenduristiyê pêk tînin. Destwerdanên bi vî rengî ku laşên jinan dikin bazirganî û armanc dikin ku jê qezencên bazirganî bi dest bixin, yek ji nîşaneyên ramana serdestiya mêran di warê tenduristiyê de ne."

Halîde Turkoglu pirsên jêrîn ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî, Mahînur Ozdemîr Goktaş kir:

  • Gelo Wezareta we ji vîdyoya promosyonê ya ku ji aliyê Jînekolog û Bijîşkê Zayînê Alî Çakir ê li Agiriyê dixebite ve hatî parvekirin, haydar e, ku tê de têgînên "sinetkirina jinan" û "rakirina çerm" têne bikaranîn? Di derbarê vê mijarê de lêpirsîn an tedbîr hatine girtin?
  • Gelo Wezareta we dê di derbarê vê pratîkê de daxuyaniyek bide? Gelo Wezareta we dê mudaxeleyî lêpirsîna li dijî Alî Çakir a ku hatiye destpêkirin bike?
  • Gelo Wezareta we di derbarê van pratîkên ku di bin navê "sinetkirina jinan" de li Tirkiyeyê têne kirin de rapor an giliyên wergirtiye? Ger wisa be, Wezareta we di bersiva van serlêdanan de çi tedbîrên îdarî û qanûnî girtine?
  • Wezareta we ji bo destnîşankirin, parastin û piştgiriya jin û keçên di xetereya "sinetkirina jinan" de çi xizmetên civakî peyda dike? Bi taybetî, ji bo jin û keçên koçber, penaber û yên ku di asta navneteweyî de têne parastin çi tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê tên bicîhanîn?