Ji bo kişandina ceza bang li Lîda Aleksanî hat kirin
Hemwelatiya Xirîstiyan Lîda Aleksanî ya li Tehranê dijî, ji bo kişandina cezayê girtîgehê yê 8 salan bangî wê hat kirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên di medyaya mafên mirovan de hatin weşandin, hemwelatiya Xirîstiyan Lîda Aleksanî ya li Tehranê dijî ji bo kişandina cezayê xwe yê 8 salan ê girtîgehê, ji aliyê Buroya Bicihanîna Cezayan a li Serdozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Tehranê ve bangî wê hatiye kirin.
Li gorî nûçeyê, di teblîxata ku roja pêncşemê ji Lîda Aleksanî re hatibû şandin de, jê hat xwestin ku di nava sê rojan de ji bo kişandina heşt sal cezayê lê hatiye birîn, serdana Buroya Bicihanîna Cezayan a li Serdozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Tehranê bike.
Hêjayî gotinê ye ku di dawiya meha Hezîrana îsal de, 8 sal cezayê girtîgehê yê Lîda Aleksanî û cezayên çar welatiyên din ên Xirîstiyan ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê ve hatibû pejirandin. Lîda Aleksanî, Aîda Neceflo, Nasir Nurd Goltape û Joseph Şahbaziyan, di sala 2025’an de bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi giştî mehkûmê 55 salan cezayê girtîgehê hatibûn kirin.
Lîda Aleksanî, di 13’ê Nîsana 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve li mala xwe hatibû binçavkirin. Piştre, di Gulana 2025’an de bi kefalet ji Girtîgeha Evînê hatibû berdan.