Ji ber erdheje li Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat û bandorê li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir bîlançoya erdheje her ku diçe girantir dibe. Hat ragihandin ku li Suriyeyê heya niha zêdetirî 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Ji ber erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat û bandorê li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir li Suriyeyê heya niha zêdetirî 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Sûriyeya ku ji erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 li navçeya Bazarcixa Mereşê bandor bû, saziyên fermî têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî dan. Saziyan ragihandin ku di roja sêyemîn a erdhejê de 2 hezar û 500’an zêdetir kesan jiyana xwe ji dest daye.