Ji Abya Yala ji bo Kurdistanê: Em Rojava biparêzin

Jinên Meksîka û Şîliyê ku parastina berxwedana Rojava dikin, ji bo parastina Şoreşa Jinan a Rojava bang kirin û gotin: ‘Ji bo Rojava divê em derbikevin qadan.”

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî êrîşên li ser Rojava li gelek cihên dinyayê her diçe zêdetir dibin.

Ji gelê Şîliyê, Meksîka û gelê xwecihî yê Mapuch ê Başûrê Emerîkayê her wiha rêxistinên cuda yên jinan hatin ba hev ji bo Rojava peyama piştevaniyê weşandin.

‘Em bi jinên Rojava re ne’

Jinan diyar kirin ku ji bo parastina Şoreşa Jinan a Rojava divê tavilê êrîş bên sekinandin û gotin: “Em parastina berxwedana Rojava dikin. Ev êrîş li dijî hemû gelên têkoşer e. Werin em ji bo Rojava dakevin qadan.”

Ji Kolektîfa Las Kompas Mîna got: “Em parastina berxwedana Rojava dikin. Ev êrîş li dijî hemû gelên têkoşer. Werin em ji bo Rojava dakevin qadan.”

Ji Rêxistina Comunidades de Fe Revolucionarias Union Rebella wiha got: “Em weke jinên Şîliyê ku ji şoreşê bawer dikin, bi jinên Rojava re ne.”

Ji Kolektîfa Las Kompas Inti Barrios: “Em parastina berxwedana Rojava dikin. Ji Meksîkayê heta Rojava silav.”

Rêxistinên jinan Valeria Becerra û Miryam Vargas ev tişt got: “Ji vê derê peyamek me ji bo hemû dinyayê heye: Em dixwazin Rojava were parastin. Êrîşên îro li dijî xwişk û birayên me, êrîşên li dijî têkoşîna gelan in.”