Jina bi navê Mubareke Xelefî hurgûliyên qezaya Mezûnê vegot
Kamyonek ku karkerên çandiniyê yên jin di navbera Reqabe û Mazûna de li parêzgeha Sîdî Bozeyîd wergeriya, di encamê de du jin mirin û 13 kesên din jî birîndar bûn. Jina ku ji qezayê rizgar bû dîmenên tirsnak, şert û mercên veguhastinê anî ziman.
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tunis – Karkerên jin ên çandiniyê li Tunisê ji ber ku xwe dispêrin rêbazên veguhastinê yên ne ewle, rojane bi xetereyên cidî re rû bi rû dimînin, ji ber ku ew bi kamyonên sivik ên qerebalix di rêyên gundewarî yên xirab re têne veguhastin, ev yek jî rêwîtiya kar vediguherîne gefek domdar li ser jiyana wan.
Mubareke Xelfî, karkera çandiniyê ya nêzî 64 salî ye, ji nivîna nexweşxaneya xwe li Mazûna, parêzgeha Sîdî Bozeyîd, kêliyên tirsnak ên ku wê vê sibehê piştî ku kamyonek karkerên çandiniyê yên jin hildigirt dema ku diçûn ser kar li herêma Mazûna ya parêzgeha Sîdî Bozeyîd wergeriya û di qezayekê de du karker mirin û hejmareke din birîndar bûn, bi bîr anî.
‘Me her kêlî xwe di xeteriyê de hîs dikir’
Mubareke Xelfî bi dengekî westiyayî dibêje: “Otomobîl li ser rêya xirab zivirî û dihejand, ku tenê rêyeke gundewarî ya neamadekirî ye. Me her kêliyê xwe di xetereyê de hîs dikir heta ku kamyon ji nişkê ve wergeriya. Ji ber şoka dijwar, min çend kêliyan hişê xwe winda kir û dema ku ez bi ser hişê xwe ve hatim, min hejmarek jin di bin otomobîlê de dîtin. Min mirovên li pêşiya xwe wekî mijek dîtin. Ez ji serî û pişta xwe birîndar bûm û min heta çend deqeyan şûnda fêm nekir ka çi qewimîbû.”
Derbarê hûrgiliyên qezayê de, Mubareke Xelefî dîmenên bi êş ên qezayê vedibêje û diyar kir ku yek ji qurbaniyan, bi navê Rebah, di bin tekerên kamyonê de asê maye, berî ku hejmarek welatiyan mudaxele bikin da ku wê derxînin. Wê destnîşan kir ku karkerên jin ên ku mirine li pêş kamyonê rûniştibûn, lê ew û hejmareke din li paş bûn: “Me yên ku li paş bûn hewl da ku xwe bavêjin kêleka rê dema ku şofêr kontrola otomobîlê winda kir, lê jinên li pêşiyê rêyek ji bo revê nedîtin û dema ku kamyon wergeriya şoka herî xurt wergirtin.”
Xwandekarên ciwan
Kamyon di navbera 10 û 11 karkerên çandiniyê yên jin hildigirt, di nav wan de keçên ciwan hebûn ku hê jî xwendina xwe didomandin û di çandiniyê de dixebitin da ku alîkariya malbatên xwe bikin.
Veguhestina bi xeter bûye beşek jiyanê
Wê tekez kir ku ev cureyê veguhastinê, tevî xetereyên xwe, bûye beşek ji jiyana rojane ya karkerên jin ên çandiniyê. Em bi van kamyonên bêparastin siwar bûne. Em dizanin ku em her kêliyê di xetereyê de ne, lê em bi wan siwar dibin ji ber ku ew tenê rêya me ye ku em bigihîjin zeviyan.
Wê bi xemgînî zêde kir: “Rewşên civakî yên dijwar me neçar dikin ku vê bikin. Em malbatên xizan in û ji bilî çandiniyê çavkaniyek dahata me ya sabît tune. Em bi demsalî dixebitin, zeytûn û zebeşan diçînin, giya radikin û zeviyan paqij dikin.”
Keda zêde û heqdestiya kêm
Karkerên jin berî hilatina rojê dest bi roja xwe dikin, di navbera pênc û şeşê sibê de ji malên xwe derdikevin û heta dora saet yekê piştî nîvro karê xwe temam nakin, ji bo mûçeyek rojane ku bi rastî ji 15 dînaran derbas nabe. Ew dibêje:"Em rojane 20 dînar distînin, lê em 5 dînar wekî xerca veguhastinê kêm dikin, ji ber vê yekê tenê 15 dînar li cem me dimînin, ku ew mîqdarek e ku ji bo lêçûnên rojekê jî têrê nake.”
Di dawiya îfadeya xwe de, Mubareke Xelfî piştrast kir ku ew hê jî li nexweşxaneyê ji ber êşa pişta xwe muayeneyên bijîşkî derbas dike, di heman demê de wêneyên qezaya bi êş û dîmenên hevkarên wê yên di bin kamyonê de asê mane di bîra wê de dimînin, şahidiya êşa karkerên çandiniyê yên jin dikin ku rojane jiyana xwe dixin xetereyê da ku debara xwe bikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku qeza îro sibê qewimî, di encamê de du karkerên jin mirin û 13 kesên din jî birîndar bûn. Dema ku kamyonek Isuzu ya sivik li ser rêya ku nûnertiyên Reqaba û Mezûna bi hev ve girêdide, bi taybetî li nêzîkî deriyê bakur ê Mezûna, wergeriya. Yek ji 13 jinên birîndar destê xwe bi giranî birîndar bû û ew veguhestin bo nexweşxaneya Zanîngehê ya li Sefaqsê.