Hunermendên Jin ên Filistînî: Beşdarbûna me erkek neteweyî ye

Hunermendên jin ên Filistînî bi awayekî berfireh beşdarî pêşangeha hunerên dîtbarî ya ku bi boneya Roja Girtiyên Filistînî li Xezayê hate lidarxistin bûn û bi berhemên xwe êşên girtiyên di zindanên Îsraîlê de nîşan dan.

RAFÎF ASLÎM

Xeza – Hunermendên beşdarî pêşangeha ku ji hêla Navenda Çand û Afirîneriya Filistînê ve li Xezayê hate organîzekirin bûn, piştgiriya xwe ji bo girtiyên Filistînî tekez kirin. Hunermedan, di heman demê de qanûna "cezayê mirinê ji bo girtiyên Filistînî" ya ku vê dawiyê ji hêla parlementoya Îsraîlê ve hatî pejirandin, red kirin. Beşdaran diyar kirin ku huner ji bo veguhestina tiştên ku li girtîgehan diqewimin ji cîhanê re amrazek berxwedanê ye û tekez kirin ku hevgirtina bi girtiyên jin re, bi taybetî, berpirsyariyek neteweyî ye.

Pêşengeha ku nêzîkî 50 hunermend tevlî bûn, mijarên azadî, koçberkirina bi darê zorê, girtin û îstismarkirina di girtîgehan de tîne ser ziman. Berhemên hunermendan bi taybetî girtin û qurbaniyên sivîl ên ku di dema êrîşa bejahî ya li ser Xezayê de qewimîn, ronî kirin.

Dixwazin raya giştî ji êşên ku girtî dijîn agahdar bikin

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî Kîfa Hayra di çalakiyê de axivî û diyar kir ku armanca pêşangehê ew e ku raya giştî ji êşên ku girtî dijîn agahdar bike. Kîfa Hayra bal kişand ser îşkenceya fîzîkî û cinsî ya li girtiyên jin tê kirin û diyar kir ku agahiyên ku derketine holê jî tenê beşek ji rastiyê nîşan didin.

Hunermend Nesme Ebû Hasîra diyar kir ku beşdarbûna wê ya pêşangehê ji ber windahiyên şexsî çêbûye û destnîşan kir ku 45 endamên malbata wê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û yên din jî hatine girtin. Nesme Ebû Hasîra tekez kir ku berhemên wê çîrokên cûda yên girtinê nîşan didin û ew piştgiriyê dide hemû girtiyên Filistînî.

Çalakiyên çandî tevî şert û mercên dijwar jî berdewam dikin

Hunermendan diyar kirin ku tevî kêmbûna amuran jî, wan hilberîna xwe berdewam kirine, li şûna boyaxê amûrên alternatîf ên wekî ax, qehwe û makyaj bi kar anîne. Ev yek wekî nîşanek hate destnîşankirin ku çalakiyên çandî tevî şert û mercên dijwar jî berdewam dikin.

Hunermend Esma Tafiş da zanîn ku piştgiriya girtiyan erkê neteweyî û ehlaqî ye û got ku huner dikare bi rêbazên hêsan jî peyamên bihêz ragihîne.

‘Em dixwazin êşa hevpar a ku jinên Filistînî dijîn bi rêya hunerê nîşan bidin’

Safaa Avkal anî ziman ku di berhemên xwe de, ew hêviya azadiyê bi rêya fîgurê girtiyeke jin a ku zincîrên wê hatine şikandin xîz kiriye. Safaa Avkal diyar kir ku ew armanc dikin ku êşa hevpar a ku jinên Filistînî dijîn bi rêya hunerê nîşan bidin.

Hunermend Ferah Acur jî ragihand ku pêşangeh ji bo bîranîn û belgekirina tiştên ku li girtîgehan diqewimin girîng e û wiha got: “Hunermendên ku rastiyê nîşan didin di bin gefê de ne, lê em ê tevî vê yekê jî hilberîna xwe bidomînin.”

Yek ji beşdarvanên pêşengehê Sama Ebû Hesen, jî anî ziman ku pêşangeh nîşan dide ka hunermendên jin çawa êşên ku kişandine bi awayekî balkêş veguhezînin û daxwaza xwe ya domandina çalakiyên bi vî awayî kir.