HRANA: Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 846 kes hatin binçavkirin
Rejîma Îran ê li hember welatiyên ku nerazîbûna xwe li dijî rejîmê raber dikin zilm û zordariya xwe di domîne. Li gorî HRANA 864 kes hatine binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 846 welatî bê fermana dadger ji aliyê hêzên Wezareta Îtialatê ve hatine binçavkirin.
Welatiyên ku nerazîbûna xwe li dijî van polîtîkeyan nîşan didin, gelek caran rastî binçavkirin an darvekirinê tên. Li gorî agahiyên HRANA’yê, di çend rojên borî de li herêmê 846 kes hatine binçavkirin.
HRANA di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hinceta van binçavkirinan ew e ku hin kesan wêne û dîmen ji bo medyayên biyanî şandine an jî li ser torên civakî parve kirine.
Her wiha, hat zanîn ku tenê di meha borî de bi hezaran kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin.