Hîva Mihemed Elî: Zimanê Kurdî ne tenê yê fêrbûnê ye zimanê zanistê ye jî
Cîgira karûbarên rêvebirinê û mamosteya zimannasiyê Hîva Mihemed Elî bal kişand ser biryarên hikûmeta demkî yên li ser ziman û diyar kir ku divê zimanê Kurdî di hemû qadên jiyan û zanistê de bibe zimanê perwerdê.
BERÇEM CUDÎ - NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Zanîngeha Kobanê di derbarê rewşa zimanê Kurdî ya li Sûriyeyê de, di bin sernavê ‘Zimanê Kurdî û dadmeniya zimanî li Sûriyeyê di nava nêrînên hiqûqî, perwerdehî û olî de’ panelek li dar xist.
Her çiqas ji aliyê Şam ve di biryara hejmar 13’an de hat diyarkirin ku zimanê Kurdî zimanekî pejirandî ye û mafê gelê Kurd heye ku bi zimanê xwe yê resen perwerdehiyê bibîne jî, pratîka wan cuda ye. Ji aliyê Wezareta Perwerdê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve ev biryar hat paşguhkirin û waneyên zimanê Kurdî bi çend demjimêran hat sînorkirin.
Mijarên di panelê de hatin nîqaşkirin
Ev biryara sînorkirinê bû sedem ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek bertek û helwest bên nîşandan. Herkesî ji aliyê xwe ve diyar kir ku bêyî zimanê Kurdî, destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027’an ne pêkan e. Di vê çarçoveyê de li her deverê nîqaş, nirxandin û çalakî tên organîzekirin. Îro jî li bajarê Kobanê panelek hat lidarxistin. Panêla ku bi dehan mamoste, xwendekar, oldar, rewşenbîr û çalakvan lê amade bûn, li ser du rûniştinên sereke pêk hat. Di panelê de biryarên hikûmeta demkî yên li ser zimanê Kurdî, rewşa yasayî, nêrînên olî û delîlên wê yên li ser mafê xwendina bi zimanê dayîkê û modela xwendina li Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Têkildarî rewşa zimanê Kurdî piştî entegrasyona li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û peyama Zanîngeha Kobanê ya ji vê panelê, ajansa me bi Cîgira Karûbarên Rêvebirinê ya Zanîngeha Kobanê û di heman demê de mamosteya beşa Zimannasiyê ya Kurdî Hîva Mihemed Elî re hevdîtinek pêk anî.
‘Zimanê dayîkê hêza derbirîna mirov e’
Hîva Mihemed Elî bi gotina “Ziman nasname ye” dest bi nirxandina xwe kir û wiha domand: “Ziman ne tenê tê wateya axaftina rojane ya ku em dibînin. Di asta cîhanê de her netewe xwedî zimanekî taybet e û ev cihêrengî, xweşî û cudahî rengekî cuda dide jiyanê.” Hîva Mihemed pirsa “Di heman demê de ji bo mirovan ziman dibe habûneke çawa?” kir û wiha bersivand: “Mînak dema em zarokekî bigrin dest, em dibînin ku gava hest, fikir û derbirîna xwe tîne ziman, yekser zimanê xwe yê dayîkê bikar tîne. Ji bo vê yekê, zimanê îfadekirin û derbirînê rasterast zimanê dayîkê ye. Heta dema ku em dibêjin ziman nasname ye, em ne tenê wekî hevokeke ji rêzê dibêjin. Ziman nasname ye, ji ber ku ew me dide derbirînkirin û îfadekirin.”
‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde, zanist û çandê’
Mamoste Hîva bal kişand ser biryarên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve li ser zimanê Kurdî hatine ragihandin û wiha pê de çû:“Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê biryarek li ser zimanê Kurdî da ku ziman tenê bi 3 waneyan ve bê sînorkirin. Ev biryar dîrok, ked û destkeftiyên me yên di warê zimanî de tune dike û destkeftiyên ku me bi zehmetî qezenc kirine ji destên me derxe. Şoreşa me ya 19’ê Tîrmehê yek ji lingên xwe yên sereke li ser şoreşa zimanê Kurdî ava kiribû. Ji bo gihandina van rojan kedeke pir mezin hat dayîn û gelek mamoste di vê rêyê de şehîd bûn. Lewra bi van biryaran re em careke din vedigerin rewşa xwe ya beriya şoreşê. Me wê demê jî xwe fêrî zimanê xwe dikir û em bi Kurdî diaxivîn, lê armanca me ji vê yekê mezintir e. Em dixwazin bi zimanê xwe yê Kurdî perwerde bibin û zimanê me bibe zimanê perwerde, zanist, çand û hunerê.”
‘Zimanê Kurdî zimanê zanistê ye jî û modela me heye’
Hîva Elî destnîşan kir ku Zanîngeha Kobanê dixwaze tekez bike ku zimanê Kurdî dikare bibe zimanê zanistê jî û wiha got: “Biryara ku derket, li seranserî Rojavayê Kurdistanê bû cihê helwest û nerazîbûnê. Ji bo vê gelek çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Weke Zanîngeha Kobanê jî me panêlek li dar xist. Bi taybetî li dijî axaftinên ku dibêjin ‘zimanê Kurdî nikare bibe zimanê zanistê’, ev panel hate birêxistinkirin ku em bikarin aliyên wê yên hiqûqî, perwerdehî û olî jî diyar bikin. Di heman demê de me xwest em tecrûbe û modela ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hatiye pêkanîn jî binirxînin. Ji ber ku zanîngeh asta herî bilind a xwendinê ye û di vî warî de kedeke mezin hatiye dayîn, ev kedeke berhevkirî ye.”
‘Mafê gelê Kurd heye ku xwedî zimanekî netewî be’
Mamosteya zimanê Kurdî Hîva Mihemed Elî peyam û daxwazên xwe yên sereke bi van gotinan bi dawî kir: “Qada perwerdehiyê û zanîngehê rasterast bi hev ve girêdayî ne. Ji bo vê yekê, zarokên ku bi Kurdî dixwînin divê ku li zanîngehê jî bi heman awayî xwendina xwe bidomînin. Em zanîngehê jî deynin aliyekî, lê belê ji bo zarok û xwendekaran 3 wane tu carî têr nakin. Ev dide diyarkirin ku zimanê Kurdî wekî zimanekî netewî yê gelê vî welatî nayê dîtin. Berovajî vê, ev ziman wekî zimanekî biyanî yê ku tenê tê xwendin hatiye pejirandin. Waneyên zimanên biyanî fermî tên dayîn, lê ka bêjin qey Îngilîz di nava Sûriyeyê de hene an na? Ji bo vê yekê zimanê me ne tenê yê fêrbûna xwendin û nivîsandinê ye, zimanê Kurdî yê her qada ku em tê de dijîn e û zimanê jiyan, perwerde û zanistê ye jî.”