Hiqûq û teknolojî li Cezayîrê dicivin
Di roja duyemîn a Foruma Nûjeniya Hiqûqî ya Afrîkayê de ku li Cezayîrê hat lidarxistin, li ser hevgirtina hiqûq û teknolojiyê hat nîqaşkirin.
NECVA RAHIM
Cezayîr – Roja duyemîn a Foruma Nûjeniya Hiqûqî ya Cezayîr-Afrîkayê li paytexta Cezayîrê berdewam dike. Bi serokatiya Dr. Nehla Hartanî, armanc ew e ku têkiliya di navbera hiqûq û teknolojiyê de ji nû ve şekil bide û bingeha ji bo nîqaşên berfireh li ser pêşeroja pergala dadweriyê di serdema zekaya sûnî de deyne.
Forûma ku duh dest pê kir, bandora veguherîna dîjîtal li ser pergala hiqûqî ji perspektîfek piralî dinirxîne. Rûniştin mijarên wekî teknolojiyên hiqûqî, dîjîtalîzekirina pêvajoyên hiqûqî, sêwirana hiqûqî, parastina daneyên kesane, pergalên îmze û delîlên elektronîkî, rêbazên dravdana dîjîtal, sepanên zekaya sûnî, polîtîkayên daneyên vekirî, û mekanîzmayên hakemî û çareserkirina nakokiyan di jîngehên dîjîtal de vedihewîne.
‘Agahdariya hiqûqî qadeke pir hesas e’
Parêzer û Endama Konseya Neteweyî Rania Nasşar di forumê de axivî û diyar kir ku dîjîtalîzekirinê têkiliya di navbera welatiyan û xizmetên hiqûqî de bi awayekî bingehîn guhertiye. Wê destnîşan kir ku platformên dîjîtal ên ku ji hêla Wezareta Dadê ve hatine bicîhkirin, awayê gihîştina welatiyan bo edaletê guhertiye û got: "Welatî êdî dikarin giliyên xwe pêşkêş bikin an jî bêyî ku hewceyê prosedurên tevlihev û dirêj bin, li ser mijarên hiqûqî agahî bigrin."
Rania Nasşar her wiha destnîşan kir ku dîjîtalîzekirin xetereyên ku divê werin berçavgirtin dihewîne û tekez kir ku pêdivî heye pêbaweriya naveroka hiqûqî ya dîjîtal were verastkirin û got: "Îro, gelek însiyatîf û serlêdan hene ku naveroka hiqûqî pêşkêş dikin. Ev pêşkeftineke girîng e lê agahdariya hiqûqî qadeke pir hesas e. Ji bo pêşîgirtina li bikaranîna xelet, pêdivî heye ku agahdarî bi çavkaniyên fermî yan prosedurên hiqûqî yên kevneşopî were verastkirin."
Veguherîna dîjîtal li ser hunerê
Yek ji beşên herî berbiçav ên forumê pêşangeha ku li ser refleksên veguherîna dîjîtal li ser hunerê disekine bû. Hunermend Safiye Halfavi Lenda berhemên xwe ku nasnameya Cezayîrî bi teknolojiyên hişê çêkir re tevlihev dikin, pêşkêşî beşdaran kir. Safiye Halfavi Lenda, diyar kir ku hilberîna hunerî nikare îro ji teknolojiyê serbixwe were hesibandin û got ku ew di berhemên xwe de fîgurên jinên Cezayîrî yên ku raman û tatoyên kevneşopî, sembola bîra çandî, bi piştgiriya zekaya sûnî diafirînin, ji nû ve şîrove dike. Safiye Halfavi Lenda wiha domand: "Hişê çêkirî êdî pêşeroj nîn e lê rastiya îro ye. Pêdivî heye ku ev teknolojî bi awayekî profesyonel were bikaranîn. Ji bo min, motîfên tatoyan ne tenê hêmanên estetîkî ne; ew sembol in ku bîranînên dapîrên me hildigirin. Min hewl da ku vê mîratê dîsa bi zimanekî hemdem xuya bikim.”
Merva bin Xalid, Rêvebera Projeyên Teknolojiya Agahdariyê û Veguherîna Dîjîtal, diyar kir ku mijara foruma îsal platformek pêşkeftîtir ji bo nîqaşên li ser hişê çêkirî, rêveberiya daneyan û ewlehiya sîber di sektora edaletê de peyda kiriye. Li gorî Merva bin Xalid, sepanên daneyên vekirî û Al barê karê pisporên hiqûqî kêm dikin û di heman demê de beşdarî pêvajoyên dadwerî yên bileztir û bibandortir dibin. Wê zêde kir, "Sîstemên daneyên vekirî û AI gihîştina agahdariyê ji bo parêzer û dadweran hêsan dikin, pêvajoyên dozê bileztir dikin û bandora xizmetên dadwerî zêde dikin."
‘Jin bi ewletîr digihîjin mekanîzmayên qanûnî’
Merva bin Xalid tekez kir ku teknoloji ne tenê xizmetan hêsan dike, di heman demê de bi taybetî jinan dihêle ku bi riya amûrên dîjîtal bi ewlehîtir bigihîjin mekanîzmayên qanûnî, û got: "Jin dikarin di rewşên gef, şantaj, an rewşên hesas ên bi vî rengî de bi riya platformên dîjîtal gilî bikin. Ev yek dihêle ku ew bêyî bi xwe biçin tu derê, ji dûr ve pêvajoyên qanûnî bidin destpêkirin û parastina daneyên kesane misoger dike."
Nirxandinên ku di forumê de hatine kirin eşkere dikin ku hişê çêkir û teknolojiyên dîjîtal ne tenê pergala qanûnî, di heman demê de awayê ku welatiyan digihîjinin edaletê jî ji bingehê ve diguherînin.