Hêzên Îranê avêtin ser mala Sepîdeh Ghelîan
Hêzên Îranê, avêtin ser mala Sepîdeh Ghelîan a li Dîzfulê û amûrên wê yên dîjîtal desteser kirin. Di serdegirtinê de birayê Sepîdeh Ghelîan hate binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên nêzî malbatê û parvekirinê medyaya civakî, hêzên Îranê li hemû deverên malê lêgerîn kirin û telefon û laptop desteser kirin. Hêzên Îranê, di dema serdegirtinê de ji malbatê re tu biryarên dadgehê nîşan nedan. Çavkaniyên herêmî û medyaya mafên mirovan, radigihînin ku ev serdegirtin di çarçoveya pêla serdegirtinên ewlehiyê ya li dijî Sepîdeh Ghelîan û derdora wê de hatiye pêkanîn.
Sepîdeh Ghelîan, aktîvîstek mafên karker û sivîl a navdar a li Îranê ye û beriya niha gelek caran hatiye binçavkirin. Girtina wê ya herî dawî di 21’ê Kanûnê de pêkhat û heta niha derbarê girtina wê de tu agahî nehatiye dayîn. Rêxistinên mafên mirovan û medyaya serbixwe ji ber berdewamiya van binçavkirinan pir bi fikar in.
Heta niha rayedarên fermî yên dadwerî an jî ewlehiyê, der barê serdegirtina îro û binçavkirina Ghelîan de tu daxuyaniyek nedan.