Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 154'emîn a Kovara Jinê bi berga ‘Polîtîkayên Dewletê yên Piştî Erdhejê: Berpirsiyarî, Xemsarî û Newekhevî’ hate weşandin.
Navenda Nûçeyan- Hejmara 154'emîn a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘Polîtîkayên Dewletê yên Piştî Erdhejê: Berpirsiyarî, Xemsarî û Newekhevî’ hate weşandin. Di hejmara nû de mijarên wekî erdhej, şer, êrîş, karesat û kuştinên jinan, rejîma bêcezatiyê û avahiyên baviksalar û damezrandî cih digirin. Di vê hejmarê de tê eşkerekirin ku wêrankirina ku wekî xwezayî an neçar tê pêşkêş kirin, di rastiyê de ji hêla hilbijartinên siyasî ve tê hilberandin.
Hemû sernavên di hejmara nû de cih girtin ev in:
*Sûcên erdhejê, Bêcezahiştin û Hilweşandina Bêdawî / Esra Çiftçi
*Nêrîna Zexm a Piştî Erdhejê: Seqetiya di Avakirina Nû de, Extiyarî û Nexweşiya Kronîk / Sevcan Tiftik
*Rolên Zayenda Civakî ya di Karesatan de û Zirarên Jin û Zarok Dibînin / Melek Demir
*Ozgecan Aslan… / Yuksel Mutlu
*Êrîşên Dawî yên li ser Rojava û Şoreşa Jinê / Bîrgul Daş