Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi berga ‘Qanûna Pergalek ji hêla Mêran ve Serdest e’ hate weşandin.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi berga ‘Qanûna pergalek ku ji hêla Mêran ve Serdest e’ hate weşandin. Di vê hejmarê de jinan bal kişandine ser mijara pakêtên darazê, zagonan û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê.
Sernavên hejmara nû wiha ne:
*Di pergala hiqûqa serdest a mêr de gotina ‘destkeftî’ û rastiya jinan / Meral Daniş Beştaş
*Hiqûqa ji bo jinan pêk nayê civakê tune dike / Dîlan Kunt Ayan
*Zagon çima tên çêkirin ? / Adalet Kaya
*Polîtîkayên înfazê û pirsgirêka bêcezatiyê ya tundiya li ser jinan a kûr dibe / Fatma Hopikoglu
*Berxwedan û bîr: Dîroka jinan a ku nayê bêdengkirin/Hatice Oncu
*Honaka dayîktiyê : Avakirineke civakî ya ji biyolojiyê wêdetir / Gulay Tekin