‘Hebûna jinan di pêvajoyê biryaran de pir girîng e’
Dîrektora Rêxistina Azadbûn Geşe Dara, bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di her warê jiyan û siyasetê de û got: “Di pêvajoyên biryaran de tecrube û hebûna jinan, ji bo pêşketina civakî pir girîng e.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Beşdariya jinan a siyasetê ji aliyê pêşketina civakê ve, yek ji mijarên herî girîng Beşdariya jinan a siyasetê dema ku kêm be nîşan dide ku desthilatdariya mêr serdest e. di tevahiya dîrokê de jin, li herêmên cuda yên cîhanê, kêm be jî tevlî siyasetê bibin jî rola herî berbiçav a jinan di siyasetê de heta sala 1789-1799’an a Şoreşa Fransayê diçe. Di wê serdemê de rêxistinên jinan, li dijî cudakariya zayendî û tunebûna mafê jinan ê ketina parlamentoyê, ketin tevgerê. Jin, aktivîstên azadîxwaz, bi nameyên ku ji parlamentoyê re şandin, xwestin ji bo jin mafên xwe biparêzin divê mafê ketina parlamentoyê ji wan re were dayîn.
‘Ezmûneke baş a jinên Başûrê Kurdistanê heye’
Dîrektora Rêxistina Azadbûnê ya li Başurê Kurdistanê Geşe Dara diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jin xwedî tecrubeyên girîng in û wiha got: “Piştî serhildana 1991’ê gelê Kurd hikumeta xwe ava kir û parlamentoya xwe hilbijart. Di serî de kesên ku rêxistina Hapsa Hanî Naqîb a ji bo bi têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan, perwerde û edaleta civakê dihat nasîn, jin di qadên cuda de roleke aktîf lîstin.”
Geşe Dara da zanîn ku rewşa siyasî û civakî ya herêma Kurdistanê piştevaniya tevgerên jinan nakin ku pêş bikevin û wiha got: “Di dema em li parlementoya Kurdistanê bûn, em jinên parlementer, me dixwest guherîn di zagon û damezrandinên din ên hikûmetê de bikin û beşdariya jinan di siyasetê de zêdetir bû. Desthilatê jî heta astekê piştevanî dikir. Rola navendî ya navnetewî û siyasetê li Rojhilata Navaîn û Kurdistanê ji ya niha cûda bû. Ji ber wê desthilat jî di wê demê de zêdetir li ser pirsgirkên jinan di sekînin, piştevaniya derxistina biryarên ku di berjewendiyê jinê de dikirin.”
‘Divê jin bi aqilê mirovbûnê bixebitin’
Geşe Dara wiha domand: “Divê jin beriya her tiştî, bi aqlê mirovbûnê kar bikin û xwe wek mirov bibînin. Ji ber dema xwe wek mirov dît, wê demê wê xwe di asta wekhev a mêr de bibîne. Ji ber wê divê jin xwe wek mirov bibîne. Her wiha mafê xwe bi dest bixwe. Ji ber wê ev hişyariyane gelek girîngin. Mijara di navbera jin û mêran de dîrokak wê ya dirêj heye. Divê civak fêr bibe ku ev pirse pirsa civakê ye û ji bo xizmetkirina civakê ye. Jin ne desthilatê wekheviya mafên xwe di hemû qadan de dixwaze. Wek beşdariya desthilatê û siyasetê. Divê mêr û civak bizanin ku armanca me ewe ku ji bo jiyanek baştir, divê jin beşdarî hemû qadên jiyanê bibin.”
‘Beşdariya jinan di her qadê de gelek girîng e’
Geşe Dara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heta niha jî pergala kota bi dawî nebûye û hilbijartin jî pêwîstî bi pergala kota heye. Ji ber civaka Kurd heta niha negihaye wê astê ku bizane beşdariya jinan di siyasetê de çiqas girîng e. Ji ber wê divê pergala kota niha hebe. Heta rewşa jinan û beşdariya jinan a siyasetê baş bibe. Her wiha divê ew jinên diçin navendên biryardanê bi awayek ezmûn di qada siyasî, civakî û aborî debin. Hêza xwe ewqas bilind kiribin, di nava civak û xelkê de bibin mînakek baş. Ger hêza jinê ji ya mêr zêdetir nebe ne kêmtire. Ji ber wê ezmûna jinên ku diçin navendên biryardanê gelek girîng e. Divê baweriyê di nava xelkê de bidin avakirin ku beşdariya jinan ji bo pêşxistina civakê çiqas girîng e.”