Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em di erefeya zemîna hiqûqî ya pêvajoya aştiyê de ne

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ew di merheleyeke dîrokî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne û got: "Qanûna çarçoveyî ne encamek e, berevajî vê gava ewil a destpêkek nû ye."

Enqere – Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî daxuyaniyên girîng dan. Koçyîgît da zanîn ku piştî 50 salan ji pevçûnan ev dem ji bo wan xakeke werçerxê ya dîrokî ye.

‘Ev xaleke werçerxê ya dîrokî ye’

Piştî banga 27ê Sibatê ya birêz Ocalan û bi taybetî bi biryara agirbest û fesihkirina rêxistinê re, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de niha li ser derbasbûna çarçoveyek qanûnî nîqaş tên kirin.

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Liliç Koçyîgît diyar kir ku ev qanûna çarçoveyî ne encamek e, berevajî vê, gava yekem a destpêkeke nû ye.

Koçyîgît anî ziman ku pirsgirêka Kurd a 100 salî bi qanûnek tenê çareser nabe lê belê ev gava ewil a rast dê beşdariyek mezin bike ji bo avakirina aştiya mayînde û bal kişand ku divê ev qanûn beşdarbûna di siyaseta demokratîk, veger û bêçekkirina kesên têkildar bi qanûnî bigre bin temînatê û cudahiyên kategorîk nehewîne.

‘Rêbaza amadekirinê bi qasî naverokê girîng e’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi balkişandina ser girîngiya rêbaza çêkirina qanûnê diyar kir ku divê bingeheke bi qasî pêkan be fireh ji bo şêwirmendiyê bê avakirin û lêgerîneke berfireh ji bo lihevkirinê were kirin.

Koçyîgît bang li hemû partiyên siyasî yên li parlamentoyê kir ku bêyî nîqaşên teng û berjewendiyên partîtiyê ve werin sînordarkirin, nêzî vê mijarê bibin. Koçyîgît destnîşan kir ku hebûna raman, rexne û pêşniyarên cuda ji bo pêvajoyê girîng e û divê her kes berpirsiyariyê bigre ser xwe da ku vê derfeta dîrokî ji dest nede.

‘Divê Lijneya Çavdêrîkirin û Şopandina Aştiyê bê damezrandin’

Koçyîgît bal kişand ser gavên piştî qanûna çarçoveyî û anî ziman ku divê piştre jî li ser rêzeqanûnan were nîqaşkirin û da zanîn ku di bin banê parlamentoyê de divê Lijneya Çavdêrîkirin û Şopandina Aştiyê ku nûnertiya hemû partiyên siyasî lê hebe, bê damezrandin.

Her wiha Koçyîgît destnîşan kir ku piştî qanûna çarçoveyî divê guhertinên bingehîn di qanûnên ku demokratîkbûnê asteng dikin de, di serî de qanûna darvekirinê, Qanûna Ceza û qanûna li dijî-terorê de jî werin kirin.

Xebatên şandeyê berdewam dikin

Der barê xebatên şandeya wan de jî Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku civînên bi partiya desthilatdar û partiyên din re didomin, şandeya Îmraliyê van civînan li dar dixe û danûstandina nêrîn û ramanan a li ser şekildana qanûnê berdewam dike. Her wiha da zanîn ku dê hefteyek mijûl derbas bibe û piraniya civînan dê ji bo çapemeniyê vekirî nebin.

‘Hê demek ji bo qanûnê diyar nîn e’

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku hê demek diyar a derxistina qanûna çarçoveyî tune ye lê hêviya wan ew e beriya bidawîbûna xebatên parlamentoyê biçe Komîteya Dadê û piştre jî ji bo pejirandinê biçe Civata Giştî. Her dawî jî destnîşan kir ku ew dixebitin da ku qanûnê berfirehtir, demokratîktir û azadîxwaztir bikin, her kes bikaribe bi riya lihevkirinê piştgiriyê bide.