Gelê Kobanê: Bi yekîtiya Kurdan emê destkeftiyên Kurdistanê biparêzin
Gelê Kobanê bi pêşengtiya Kongra Star li dijî bûyera li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê rû dane meşek li dar xist. Jinan teqeziya hevgirtina jinan a li dijî binpêkirinên nirxên xwe kirin.
Kobanê – Rêjîma Îranê di 14’ê Nîsanê de êrîşî kampa Sûrdaş a li sînorê Silêmaniyê kir ku di encama êrîşê de sê kes birîndarbûn û di nava wan de pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan Xezal Mewlanî hebû. Piştî pêşmerge Xezal birîndar dibe wê radikin nexweşxaneyên hikûmî. Lê tenê çareseriya destpêkê encam dan, piştre bi rêya peywendî û serlêdanên çend nexweşxaneyên taybet, ji ber nebûna destûra emnî û çend sedemên din Xezal Mewlanî negirtin lewra di encanê de jiyana xwe ji dest da.
Gelek rêxistin û tevgerê jinan li hember ev bê exlaqtiya ku rû dayî bertekên xwe raber kirin. Îro rêxistina Kongra Star a li bajarê Kobanê bi meşeke girseyî ev bûyer şermezar kir û di heman demê de helwest li dijî ew êrîşa ku li ser sembolên gelê Kurd a ku li bajarê Qamişlo rû da bû raber kir.
Meşa ku di bin dirûşmeya “Bi yekîtiya Kurdan emê destkeftiyên Kurdistanê biparêzin” hat destpêkirin di nav de bi sedan jin, ciwan û gelê Kobanê amedebû, di heman demê de sazî û dezgehên civakî û bi dehan dîlgirtiyên şer jî beşdarê meşê bûn.
Kesên tevlê meşê bûne wêneyên Xezal Mewlanî, ala Kurdî û alên Kongre Star hildan û li qada Jina Azad kombûn. Meş qada Jina Azad destpêkir, di meşê de dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî yekitiya gelê Kurd’ û ‘Berxwedan Jiyane’ hate berz kirin. Meşvan heya qada Şehîd Egîd meşiyan. Beriya axivtinê deqeyek rêz hate girtin. Piştê wê Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl axivî.
‘Weke jin divê em yekîtiya xwe bihêz bikin’
Bêrîvan Îsmaîl di gotinên xwe de ji bo êrişên Rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê got binpêkirina nirxên mirovahiyê ye. Bi taybetî jî ji bo bûyera Xezal Mewlanî wiha got: “Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda tên hedefgirtin ku ev yekser êrîşa li ser nirx û destkeftiyên jin e. Eger bûyereke di vê astê de li Başûrê Kurdistanê diqewime, ev tê wateya binpêkirina maf û pîvanên mirovahî yê. Divê ji her demê zêdetir em xwedî li van nirx û pîvanên xwe derkevin û biparêzin.
Êrişek topyekûn li ser gelê Kurd tê meşandin. Êriş li ser nirxên gelê Kurd tê kirin pêwîste li hember her cûre êrişan em xwedî helwestbin û yêkbûyîna xwe avabikin. Bi taybetî jî weke jin divê em yekîtiya xwe bihêz bikin û bikarbin li dijî van hemû cureyên qirkirinê dengê xwe bikin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Meş bi silavkirina berxwedan û hevgirtina gelê Kurd bi dawî bû.