Firmêsk Rizgar: Divê jin ji bo yekîtiya neteweyî bibin pêşeng

Çalakvana sivîl Firmêsk Rizgar got ku yekîtiya neteweyî weke nan û av pêwîst e divê azadîxwaz zextê li aliyê siyasî bikin ku berjewendiyên takekesî li aliyekê bihêlin û divê jin ji bo yekîtiya neteweyî bibin pêşeng.

Ranya – Dema mirov li dîroka gelê Kurd dinêre, dibîne ku dîrok bi serwerî û destkeftiyan dagirtî ye. Lê belê di heman demê de her dem rastî nexweşî û dagirkeriyê hatiye. Sedema wê ya sereke jî ew e ku her dem ji ber tunebûna yekîtiyê Kurd bûne nêçîra dagirkeran. Di vê rewşa hestiyar a îro de, yekîtî çeka herî girîng a gelê Kurd e. Ji ber bi yekîtiyê planên dijmin têk diçin. Wekî di demên dawî de di dema êrîşên li ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de hat dîtin ku çawa yekîtî û yekdengiya Kurdan bû sedem hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxwazên gelê Kurd qebûl bike. Bi vî jî diyar bû ku bijarteka herî baş yekîtî ye divê gelê Kurd bibe hêzek mezin û pê bawer. Her paşxistin û avanekirina yekîtiyê îxaneta li pêşeroja nifşan e.

Çalakvana sivîl a ji bajarokê Ranyayê girêdayî bajarê Silêmanî Firmêsk Rizgar têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û rola jinan di qonaxa niha de ji ajansa me re axivî.

‘Divê gel yekîtiyê bide ferzkirin’

Firmêsk Rizgar diyar kir ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê piştrast kirine ku Kurd yek netew in û wiha got: “Ger tiliya Kurdek li Qamişloyê xwîn jê were, êşa wê li Ranya, Sine û Amedê tê kişandin. Ew serhildana dawî ya li qadan hatin jiyîn divê bibe pergaleke civakî ku kesên li dijî yekîtiya gelan in ji dersê bigrin. An bi riya sindoqên dengdayînê, yan jî bi zextên medenî û civakî.”

‘Divê jin ji bo parastina mafên xwe dengê xwe bikin yek’

Firmêsk Rizgar têkildarî rola jinan a di vê pêvajoyê de ji bo yekîtî û yekdengiya neteweyî, da zanîn ku her dem jin dibin hedefa destpêkê ya şeran û wiha got: “Ji ber wê divê em jin, çalakvan û rêxistin, dengê xwe bikin yek. Divê xebatên me bandorê li ser hikûmet û saziyan bikin. Divê ku ji her aliyê Kurdistanê dengê jinan bilind bibe. Divê jin ji bo parastina mafên xwe dengê xwe bikin yek.”

‘Divê em hemû di bin sîwanek de kom bibin’

Firmêsk Rizgar di dawiya axaftina xwe de piştgirî da danezana 200 nivîskar û çalakvananên di pîrozkirina Newrozê de ji bo avabûna yekîtiyê û got: “Ew danezana dawî zengila hişyariyê ji bo aliyên siyasî ye. Li gel me Newroz ne tenê cejin e. Sembola serhildana li dijî zordariyê ye. Divê kesên bê alî yên welat bên pêş û peyama rast a Newrozê ku hevgirtin û azadî ye bi cih bînin û em hemû di bin heman sîwanê de kom bibin.”