Festîvala berhemên herêmî û çandî li Helebceyê dest pê kir

Li bajarokê Ehmedawayê ya Helebceyê, yekem festîvala berhemên herêmî û çandî bi beşdariya zêdetirî 100 cotkar û karsazan dest pê kir. Festîvala ku dê sê rojan bidome, balê dikişîne ser girîngiya berhemên xwezayî û xurtkirina rola jinan a di warê aborî de.

Helebce – Yekem festîvala berhemên herêmî û çandî li bajarokê Ehmedawayê bi beşdariya Parêzgara Helebceyê Nukşa Naseh, Rêvebera Giştî ya Tûrîzmê ya Helebceyê Çiya Qasim, rêvebirên parêzgehê, nûnerên rêveberiya Xurmalê û tora rêxistinên Xurmalê hate vekirin. Festîval dê bi beşdariya zêdetirî 100 cotkar û karsazan ji parêzgeha Helebceyê û herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê dewam bike.

Her wiha wê hejmareke mezin ji bazirgan û hunermendên jin beşdarî festîvalê bibin, da ku balê bikişînin ser berhemên neteweyî. Festîval, ku îro dest pê kir, dê sê rojan bi pêşandana gelek berheman bidome. Dê ev festîval bibe rêyek da ku berhemên herêmî û çandî ji nêz ve bên nîşandan.

Girîngiya berhemên xwezayî û tendurustî

Yek ji beşdarên festîvalê, Emîne Ezîz, diyar kir ku ew bi gelek berhem û hunerên destan ên herêmî yên ji malbata xwe beşdar dibin û wiha pê de çû: “Em berhemên xwe bêyî bikaranîna derman an kîmyewîyan diçînin; beşdarbûna me di vê festîvalê de derfetek e ku em sûdê bidin xizmên xwe û her wiha berhemên xwe pêşkêş bikin.”

Emîne destnîşan kir ku hemû berhemên wê ji baxçeyên wê ne û vegera li ser berhemên xwezayî û resen ên mîna yên bav û kalan sedemek e ku nexweşiyan kêm bike. Emîne da zanîn ku nayê zanîn berhemên hawirdekirî ji kîjan materyalan têne çêkirin û ew ne saxlem in, lê berhemên herêmî paqij û xwezayî ne.

Rola jinên Kurd di aboriya malbatê de

Beşdarvanan tekez kirin ku jinên Kurd roj bi roj pêşve diçin, jêhatîbûna xwe di karên destan de îspat dikin û bi hilberandin û firotina van berheman dibin piştgirên aborî yên bihêz ji bo malbatên xwe.

Hêjayî gotinê ye ku festîval dê sê rojan bidome û dê ji bo geştiyaran û welatiyan vekirî be da ku bikarin berhemên herêmî û çandî bikirin.