Ev 45 roj in çarenûsa Seher Mihdî nayê zanîn
Rêxistina Mafên Mirovan a ‘HANA’ yê ragihand ku hikûmeta Îranê ev 45 roj in girtiya Kurd Seher Mihdî, li girtîgeha Seqizê di bin şert û mercên “windakirina bi zorê” de digre û aqûbeta wê hê jî nayê zanîn.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a ‘HANA’ ragihand ku aqûbeta girtiya Kurd Seher Mihdî ev 45 roj in ne diyar e. Her wiha HANA’yê tekez kir ku Seher Mihdî di şert û mercên “windakirina bi zorê” de, bêyî ku sedemên girtinê an jî tohmetên li dijî wê bên aşkerakirin, li Girtîgeha Seqizê bi awayek kêfî tê ragirtin.
‘Girtinên kêfî’
Li gorî daneyên ku HANA’yê parve kiriye Seher Mihdî, girtiyeke Kurd a 32 salî ye, ji Seqizê ye ev 45 roj in li Girtîgeha Seqizê tê girtin û çarenûsa wê hê jî ne diyar e. Tevî sozên destpêkê yên dezgehên ewlehiyê ku girtiya Kurd bi kefaletê berdin jî, dezgehên dadwerî û ewlehiyê hê di azadkirina wê de dudil in.
‘Seher berê jî ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve bê ferman hatibû girtin’
Seher Mihdî berê jî ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve bêyî fermana dadwerî hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Seqizê. Di dema girtina wê de, efseran telefonên desta yên wê û endamên din ên malbatê desteser kiribûn. Li gel hewldanên berdewam ên malbata wê, derbarê sedemên girtina wê û tohmetên li dijî wê de ti agahî tuneye.
‘Rêbazên tirsê’
Rêxistinên mafên mirovan nîgeraniya xwe ya kûr a derbarê rewşa Seher Mehdî de nîşan dan û bibîr xistin ku diyardeya “girtina bêyî fermana dadwerî” û “windakirina bi zorê” rêbazek e ku dezgehên ewlehiyê ji bo tirsandina welatiyan bikar tînin.