Dr. Ayşe Ugurlu ji doza ku li ser wê hatibû vekirin beraet kir
Di danişîna doza Dr. Ayşe Ugurlu de ku piştî ji peywirê hatibû dûrxistin bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” dihat darizandin de, biryara beraetê hate dayin.
Navenda Nûçeyan – Endama Lijneya Rêveber a Baskê Mafên Mirovan a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Ayşe Ugurlu, bi hinceta ku daxuyaniya Platforma Jinan a Enqereyê ya têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya sala 2023’yan xwendiye, ji peywirê hatibû dûrxistin. Piştre jî derheqê Ayşe Ugurluyê de bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekrin. Danişîna yekemîn a dozê li 80’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Enqereyê hate dîtin. Endamên Platforma Jinan a Enqereyê, TTB û Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) jî tev li danişînê bûn.
Ayşe Ugurlu parastina xwe kir
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Ayşe Ugurluyê parastina xwe kir û got ku mafên xwe yên di destûra bingehîn de bi kar aniye û got di daxuyaniyê de pergala mêrê serdest hatiye rexnekirin.
Biryara beraetê hate dayîn
Parêzerên Ayşe Ugurluyê Ender Buyukçulha û Şevîn Kayayê jî dan zanîn ku daxuyaniya hatiye dayin demokrasî bi xwe ye, daxuyaniyeke di cih de ye, heqaret li tu kesekî nehatiye kirin, biryarên darazê yên ku gotinên weke “dîktator” sûc nîne hene, ji ber heman gotinan doz li platformê hatine vekirin lê di tevekan de biryara beraetê hatine dayin û ji bo miwekîla xwe daxwaza beraetê kirin.
Dadgehê jî bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne, ji bo Ayşe Ugurluyê biryara beraetê da.