Dîdar Şehla bi rêya pirtûkxaneya xwe li ser pirsgirêkên jinan disekine

Xwediya pirtûkxane û rojnamevan Dîdar Şehla dibêje: “Xebitîna min a di dinyaya pirtûkan de ne tenê azweriyek a 22 salane, di heman demê de girîngîdana min a pirsgirêkên civakê ye, bivî awayî ez pirsgirêkên jinan dixwînim û fêm dikim.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Îro 23’ê Nîsanê Roja Pirtûkan a Cîhanî ye, jin bi rêya xwendin û pirtûkan hewl didin zorî û astengiyên rastî tên derbas bikin.

Dîdar Şehla, ji çar saliya xweve bi pirtûk û rojnameyan mezin bûye û azeweriya wê ya di qada pirtûkan de herku çûye zêde bûye. Ji zaroktiya xwe heta îro, di qada xwendin û wergeriyê de xebat daye meşandin. Li dibistan û zanîngehan gelek fuarên pirtûkan vekirine.

Di 2022’an de ‘Pirtûkxaneya Jîna’ ava kir, lê belê ji ber sedemên cûda û bi bandora tevgera Jîna Emînî proje ne domand. Li ser vê berê xwe da qada medya û rojnamevaniyê, li ser pirsgirêk û hişyarkirina civakê dest bi xebatan kir. Li gel hinek jinan beşdarî projeya ‘Bajarê Pirtûkan’ bûn û li Silêmanî çend pirtûkxaneyên cûda vekir. Niha pirtûkxaneyekê rêve dibe û vê tenê ne wek xeyalek a zaroktiyê di jî, tundiya dijî jinan, bi rêya pirtûkan civakê hişyar bikin didomîne.

‘Pirtûkxaneya Jîna, ne tenê pirtûkxaneyeke, projeyek çandî ye’

Rojnamevan Dîdar Şehla diyar kir ku ev zêdeyî 22 sale di nava pirtûk, rojname û kovaran de dijîn, ev zêdeyî 3 salane di qadên cûda de rojnamevaniyê dike. Îfade kir ku di qada jinan de xebatên xwe didomîne û wiha got: “Xebatên min ên rojnamevaniyê, mereqa min a xwendin lêkolînê, çavkaniya xwe ji xwedîbûna pirtûkxaneyê digre. Ez ji 4 salî ve di dinyaya pirtûkan de dijîm. Ez ji malbetek nivîskar hatime dinê û hertim ez bi karê weşanê ve eleqeder bûm. Ji ber sedemên wek qutbûna kehrebeyê, em neçar man gelek deman karên xwe li malê bikin. Ji ber vê ez di dinyaya pirtûk û nivîsan de mezin bûm. Ez bi malbata xwe re bûm alîkar. Di heman demê de eleqeya min ji bo pirtûkên zarok û ciwanan hebû, min hertim şêş pirtûk dixwend. Ev azwerî li gel min mezin bû. Heta pola dawî ya dibistana amadeyî herçend dem dem qutbûn çêbe jî ez ji qada pirtûkan ti caran dûr neketim. Bi vê azweriyê li dibistanan ji bo xwendekaran min fuar li dar xist, ez beşdarî fuarên navneteweyî bûm. Beriya were weşandin min edîtoriya pirtûkan kir. Piştî 2022’an li gel ciwan û nivîskaran me projeya pirtûkxaneya Jîna ava kir. Eve ne tenê pirtûkxaneyeke, projeyek ku atolye û semîner digre nava xwe ye. Me komên xwendinê ava kir û herku çû mezin bû.”

‘Xwendina psîkolojîk, li dijî cînayetên jinan civakê berpirs dike’

Dîdar Şehla, da zanîn ku projeya Jîna, îlham ji berxwedana Jîna Emînî girtiye û got: “Ji ber vekirina pirtûkxaneyê, rastî pêvajoya Jîna Emînî hate, me navê wê kir Jîna. Ev nav di nava ciwanan de bi lez belav bû. Lê belê ji ber heman navê, rastî zoriyên cûda hat û demekê xebatên me hate sekinandin. Divê pêvajoyê de ji bo ez ji pirtûkan qut nebim min berê xwe da rojnamevaniyê û ez derbarê mijarên jinan de xebitîm. Piştre li gel hinek nivîskar û jinan me projeya ‘Pirtûka bajaran’ ji nûve pirtûkxane vekir. Niha li wêderê pirtûkxaneyek min heye û ez her roj pêve eleqeder dibim.”

Li dijî mêrsalarî hişyarî

Dîdar Şehla, îfade kir ku xebatên wê yên di qada pirtûkê de ne tenê azweriyek bû, girêdayî pirsgirêkên civakê ye û wiha dom kir: “Armanca min fêmkirina pirsgirêkên jinane û lêkolînkirina kokên pergala mêrsalariye. Bi rêya pirtûkxaneyan li dijî vê zîhnyetê divê hişmendî were avakirin. Di pirtûkxaneya me de em girîngî didin qadên wek psîkolojîk, civaknasî û biyolojî. Lê belê tenê pêşkêşkirina pirtûkan ne têrkere. Ji ber vê ev du sale ez li ser psîkolojîk lêkolînan dikim. Ez hewl didim tundiya dijî jinan fêm bikim. Cînayetên jinan çima zêde bûye? Ev rewş encama polîtîkayên hegemonîke, an jî encama zîhniyeta civakê ye? Dema jinek daxwaza maf dike çima tê kuştin? Ev pirsgirêk ez berbi lêkolînê ve birim. Di encamê de min dît ku zarok bivê zîhniyetê tên mezinkirin. Ji ber dema mirov ji dayîk dibin, wek pelek spî ye û civak şekil dide wê.”

‘Jin bi rêya pirtûkan civakê nas dike’

Dîdar Şehla di dawiya axaftina xwe de Roja Pirtûkan a Cîhanî pîroz kir û wiha got: “Her sal, ji bo vê rojê çalakiyên cûda tên li darxistin. Ez difikirim ku divê jin di hundirê xwe de ne girtî bin. Dikarin bi xwendinê xwe pêşbixin. Li gorî ezmûnên min, divê jin bi rêya pirtûkan xwe perwerde bikin. Xwendin civakê ji qalibek teng derdixwe. Sûd dide ku jin hem xwe, hem jî civakê nas bike. Armanca bingehîn, divê jin divê dinyayê de hebin. Xwendina dîrokê, civakê hişyar dike. Em ji bi rêya pirtûkaxaneyê emê belavkirina hişyariyê bidomînin.”