Di siya şer de Seqiz di bin dorpêça leşkerî ya berfireh de ye

Li gorî çavdêrî û raporan di rojên dawî de atmosfera leşkerî li Seqizê dijwartir bûye. Her wiha bi zêdebûna hebûna hêzên leşkerî û kontrola trafîkê, fikarên li ser rewşa welatiyan jî zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku hatine parvekirin, di van çend rojên dawî de li bajarê Seqizê hebûna hêzên leşkerî yên zêde, danîna xalên kontrolê li cihên ketinê û zêdekirina asta kontrol û çavdêriya li ser tevgera welatiyan hatiye dîtin. Ev rewşa heyî ya ku bi giştî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê heye, piştî şert û mercên şer hat ragihand.

Bi karwanên bi tevger li Seqizê ne

Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên leşkerî bêyî ku li baregehên sabît bi cih bibin, gelek caran bi karwanan bi tevger, hereket dikin. Ev hêz li nêzî xalên kontrolê bi cih dibin û ger tiştekî gumanbar bibînin, welatiyan radiwestînin, kontrol dikin an jî wan dişopînin.

Her wha raporê diyar kir ku xalên kontrolê li deriyên sereke yên bajêr çalak in û kontrola trafîkê bi girîngî zêde bûye, ev rewşa heyî li gorî çavdêriyan, beşek ji şêweya ewlehiyê ya giştî li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Nezelaliya di nasnameya hêzan de û fikaran zêde dike

Li gorî van raporan, gelek wesayîdên ku ji hêla hêzên leşkerî ve tên bikaranîn - çi rêxistinî bin çi şexsî bin - plakayên wan nîn in an jî plakayên wan veşartî ne. Vê yekê di nava welatiyan de fikar û nezelaliyê zêde kiriye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku malbatên hinek rayedaran ji Seqizê derketine ev gav, ligel mayîna rayedaran bi xwe li bajêr, wekî nîşaneyeke fikarên ewlehiyê tê dîtin. Her wiha raporê nîşan da ku hinek ji van kesan di malên saziyan de hatine bicihkirin.

Bêewlehiya li bajar zehmetiyên aborî kûrtir dike

Li gel pêşketinên leşkerî, rewşa aborî ya bajar jî bi bandor bûye. Her çend kelûpelên bingehîn hê jî di sûkê de hene jî zêdebûna rojane ya bihayan bûye yek ji fikarên sereke yên welatiyan. Hinek tişt, di nav de cil û berg jî bi kêmasiyê re rûbirû mane ku ev yek ji ber têkçûnên di zincîra hilberîn û belavkirinê de ye.

Di warê sotemeniyê de, guherînên giran ên bihayê hatine ragihandin, bihayê benzînê di bazara vekirî de ji hezar 500 tumenî heta 3000 hezar tumenî diguhere. Her wiha, di demjimêrên lûtkeyê de, mîqdara sotemeniyê ji bo her wesayîdek bi 20 lîtreyan sînordar e. Lê belê raporê nîşan da ku dabînkirina elektrîkê bênavber berdewam dike.

Şerê psîkolojîk û propoganda

Di heman demê de, şandina peyamên ewlehiyê û propagandayên berfireh ji telefonên dest ên welatiyan re berdewam dike. Naveroka van peyaman bi giranî îdiayên li ser pêşketinên leşkerî û tekezî li ser serdestiya serweriyê vedihewîne ye.

Seqiz ji ber statuya xwe ya siyasî di dorpêçeke mezin de ye

Ev pêşketin, ji hebûna berbelav û bi tevger a hêzên leşkerî bigre heya zextên aborî û çavdêriya zêde, nîşan didin ku li Seqizê doroça ewlehiyê ya kûrtir heye. Bajarekî ku ji ber statuya xwe ya siyasî, di çarçoveya ewlehiya giştî ya herêma Rojalayê de bi asteke bilindtir a kontrol û sînordarkirinê re rûbirû maye. Vê rewşê fikara li ser bandora wê ya li ser jiyana rojane û mafên welatiyan zêde kiriye.