Di sala 2020’an de li Dêrsimê çi bû: Jina ku rastî destdirêjiyê hat Esma û Rojwelat
Piştî Gulistan Doku, li Dêrsimê mirina bi guman a Esma Kiliçarslan û Rojwelat Kizmaz her wiha aqubeta jina ku hatibû diyarkirin rastî destdirêjiyê hatiye hê jî nediyar e û gelek pirs bê bersiv mane.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Navenda Nûçeyan – Li Dêrsimê di lêpirsîna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ya di 5’ê Çileya 2020’an de hat windakirin de, bi binçavkirina 15 kesan merheleyek nû dest pê kir.
Lêpirsîna Gulistan Doku ku ji roja destpêkê ve heta niha bi gotina “xwekuştinê” hewl dan ser bigrin êdî dê bi navê lêpirsîna “cînayetê” bidome.
Di çarçoveya lêpirsînê de kesên gumanbar ku di rojên 13 -15’ê Nîsana 2026’an de hatin binçavkirin, muameleyên wan li Edliyeya Dêrsimê didomin. Ji 15 kiryarên ku hatin binçavkirin, 10 ji wan hatin hatin girtin, 3 bi kontrola edlî serbest hatin berdan. Du kes jî muameleyên wan didomin.
Kesên ku hatine girtin
Polîsê berê Gokhan Ertok, bi sûcê “Tunekirina delîlên sûc, veşartin an jî guherandinê” Erdogan Elaldi yê karmendê demê yê Îdareya Taybet a Bajar bû jî bi sûcê “Kuştina bi qest” hat girtin.
Berpirsyarên kamereya Zanîngeha Munzûrê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk ên di bin çavan de bûn, piştî îfadeyên li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Kiryarên bi navê Celal Altaşi Nurşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zainal Abakarov rojek berê piştî îfad dan hatin girtin. Ugurcan Açıkgoz ê sewqê dadgehê hat kirin bi tedbîra kontrola edlî serbest hat berdan.
Şukru Eroglu ê parêzvanê Tuncey Sonel û kurê walî Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî bi sûcê “Kuştina bi qest” hatin girtin. Bi biryara dawî ya girtinê re, hejmara kesên di dosyayê de hatin girtin bû 10.
Waliyê demê Tuncay Sonel û serbijîjkê Nexweşxaneya Dewleta Dêrsimê yê berê Çagdaş Ozdemîr jî hê di bin çavan de ne.
Di lêpirsîna Gulistan Doku de tişta ku eşkere bû hebûna çeteya sûc ku hemû derfetên dewletê bi kar aniye ye. Gelo vê çeteya sûc tenê li dijî Gulistan Doku destdirêjî kir, gef lê xwar û tenê wê kuşt?
Jina ku birîna wê giran bû li nexweşxaneyê hatibû razandin kî bû?
Di sala 2020’an de piştî windakirina Gulistan Doku bûyera jina ku li Dêrsimê rastî destdirêjiya sê çawişên pispor hatibû, şîdetê dîtibû, li nexweşxaneyê hatibû dermankirin ket rojevê. Hatibû diyarkirin ku pêşî li Xarpêtê hatiye dermankirin dûre wê anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Li ser deriyê odeya ku wê jinê lê dima nivîsa “serdan qedexe ye” hatibû nivîsandin. Ev ode li qata duyem a nexweşxaneyê di beşa A-236 de bû.
Piştî ku bûyer ji aliyê şêniyên bajar ve hat bihîstin, rojnameger çûn nexweşxaneyê lê tu agahî negirtin. Piştî ku bûyer di çapemeniyê de hat weşandin û bertek çêbûn waliyê demê Tuncay Sonel (ku niha ji dosyaya Gulistan Doku di bin çavan de ye) bûyerê red kiribû.
Serbijîjkê wê demê yê Nexweşxaneya Delwetê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr jî (ji dosyaya Gulistan Doku di bin çavan de ye) daxuyanî dabû, bûyera tecawizê red kiribû, îdia kiribû ku jinek wisa li nexweşxaneyê derman nabe. Tevî ku 6 sal derbas bûn jî pirsên têkildarî bûyerê, hê jî bê bersiv in.
Dema ku li Gulistanê digeriyan cenazeye Esmayê di avê de hat dîtin
Gulistan Doku ya di sala 2020’an de hat windakirin, di 17’ê Adara 2020’an de dema ku çawişê pispor Yilman Guneş (36) ku di bota raftingê de ketibû Çemê Munzûrê digeriyan, cenazeyê jinek di Uzunçayirê hatibû dîtin.
Piştê lêkolînan tesbît bû ku cenaze yê Esma Kiliçarslan a di 11’ê Adarê de ji mala xwe ya Xozatê ji bo biçe daweta hevala xwe çûbû bajarê Dêrsimê ye. Esma Kiliçarslan a 28 salî piştî ku ji malê derketibû careke din tu agahî jê nehatibû girtin.
Hat diyarkirin ku dema Esma Kiliçarslan winda bûye malbata wê du hefteyan serlêdan nekiriye û xizmên Esmayê gotin: “Di serlêdana windabûnê de ji malbatê xwestine bûyerê zêde neynin ziman. Jixwe diyar e ji bo lêgerînê tiştek nehatiye kirin. Piştî serlêdanê têkildarî lêgerînan me tu agahî negirt. Em nizanin herî dawî li ku hatiye dîtin.”
Malbatê çima piştî du hefteyan ji bo windabûnê serlêdan kir?
Xizmên Esma diyar kirin ku Esma kesek xwe bikuje nîn e û dan zanîn ku bi hinceta “vîrusa koronayê” otopsî nehatiye kirin. Di vir de pirsa; ‘gelo malbatê zext dît’ loma lêkolîn nekir tîne bîra mirov?
A herî balkêş jî ew bû ku bi hinceta negihîştina qeydên HTS’ê yên Esma Kiliçarslan û dîmenên dawî dosya hat girtin.
Negihîştin qeydên HTS’ê yên Rojwelat Kizmaz a hevala nêz a Gulistanê bû
Li Êlihê di sala 2024’an de Rojwelat Kizmaz a ku hevala nêz a Gulistan Doku bû; piştî ku ji mala xwe derket 3 roj şûnde, cenazeye wê di Gola Bendava Heskîfê de hat dîtin. Tevî hemû bangên malbatê jî sedema mirina wê nehat ronîkirin.

Rojwelat Kizmaz a ku 9’ê Sibata 2024’an ji mala xwe derket û winda bû, tevî giliyên malbatê yên ji bo windabûnê, piştî 3 rojan cenazeyê wê di Gola Bendava Heskîfê de hat dîtin. Malbata wê gotibû; “Em bi lêkolînên xwe hîn bûn ku roja Yekşemê ber ber bi dana esrê ve çûye Heskîfê. Roja duşemê di saet 11.30’an de cenazeyê hat dîtin. Li gorî pisporê tiba edlî, xwişka min piştî ji malê derket sê roj sax maye û roja Yekşemê jiyana xwe ji dest daye. Ev jî nîşan dide ku dema sax ê lê negeriyane.
Malbata Rojwelat diyar dike sedema mirina Gulistan û Rojwelat bi hev ve girêdayî ye, di navbera her du bûyeran de jî xalên ku dişibin hev hene.
Tişta balkêş; negihîştin qeydên HTS’ê yên Rojwelat jî.