Di parastina mîrateya Yemenê de rol û hevkariya jinan û civakê
Li bajarê Ibb ê girêdayî Yemenê, çalakiyek çandî hat lidarxistin û însiyatîfên herêmî hatin cem hev. Di çalakiyê de rêbazên parastina mîrateya Yemenê hatin nîqaşkirin. Forûm li ser girîngiya hevkariyên civakî hat lidarxistin.
RANYA ABDULLAH
Yemen — Bi boneya Roja Mîrateya Cîhanî, bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê civînek neteweyî ya aktorên ku di warê mîrateya çandî de dixebitin bi dirûşma "Yekbûna hewldanan ji bo parastina nasnameya çandî ya Yemenê" li dar xist. Di çalakiyê de beşdariyeke berfireh hem di asta fermî û hem jî di asta civakî de hebû, jinên ku di xebata çandî û civakî de çalak in, bi hebûneke berbiçav hatin pêşwazîkirin.
Parastina mîrateya çandî
Di dema çalakiyê de, organîzator li ser girîngiya mîratê axivîn, dan diyarkirin ku mîrasa çandî beşek ji serweriya neteweyî ye. Her wiha gotin ku pêwîst e piştgirî ji însiyatîfên xwecihî û însiyatîfên jinan ên ku ji bo parastina mîrateya çandî hewldanên wan hene û ji bo aştiyê xwedî rol in were dayîn.
Di rûniştinên forumê de her wiha mijarên curbecur ên têkildarî parastina mîrateyê hatin nîqaşkirin. Li ser bandorên guherîna avhewayê û rolên rêxistinên navneteweyî di belgekirin û parastinê wan de axaftin hatin kirin. Di van hewldanan de girîngiya tevlîkirina jinan û lêkolîneran wekî hevkarên sereke di hilberîna zanîna çandî de jî hat tekezkirin.

Hevgirtina civakî û aştî
Wekî beşek ji çalakiyê, rojnamevan Gadir el-Ednî diyar kir ku hewldanên hevbeş ên îro tên kirin li ser parastina nasnameya Yemenî û xurtkirina girêdana Yemenî bi welatê xwe re ne. El-Ednî tekez kir ku parastina bêkêmasî ya berhemên dîrokî pêdiviyek e û girîngiya hewldanên hevbeş ji bo avakirina aştiya civakî, parastina nasnameyê û zindîhiştina dîroka dewlemend a Yemenê destnîşan kir û got: "Tiştê ku herî zêde bandorê li min kir hevgirtin û hevkariya di navbera gelek rêxistinan de bû ji bo ku ev roj were pêkanîn û pêşandana cil û bergên gelêrî û xwarinên kevneşopî."
‘Parastina mîrateya çandî berpirsiyariya tevahiya civakê ye’
Hana el-Şercabî, destpêkera projeya "Asjti", ku di warê hilberîna cilên kevneşopî de dixebite, got ku bernameyên bi vî rengî hişyariya raya giştî zêde dikin û tinîn bîra mirovan ku parastina mîrata çandî berpirsiyariya tevahiya civakê ye, ne tenê yê saziyekê ye.
Mîmar û endezyar Nehî Avn jî girîngiya pabendbûna bi prensîbên ewlehiyê di restorasyona avahiyan de tekez kir û diyar kir ku divê rewşa avahiyê beriya destpêkirina her xebateke restorasyonê bi baldarî were lêkolînkirin û destnîşan kir ku destwerdanên xelet dikarin bibin sedema zirar an jî hilweşîna avahiyên dîrokî.
Ji bilî vê bernameyê, pêşangehek jî hat lidarxistin ku mîrateya çandî ya cihêreng a Yemenê nîşan dide. Di pêşangehê de cilên gelêrî, hunerên destan, xetnivîsa Erebî û berhemên herêmî hatin pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê de, rola jinan weke hilberîner û parêzvanên vê mîrateyê bi awayekî zelal xuya bû.
Çalakî bi beşdariya akademîsyenên zanîngehê, rayedar, nûnerên civaka sivîl pêk hat. Hat tekezkirin ku ev mîrateya dikare bingeha nasnameyek xurtir û pêşerojeke aramtir û aştiyane ava bike.
