Di êrîşên Îsraîl-DYE de 223 jin û 202 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ragihand ku di êrîşên ji 28’ê Sibatê heta niha de 223 jin û 202 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku di êrîşan de 153 navendên tenduristiyê ziyan dîtine.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ragihand ku di êrîşên Îsraîl-DYE ji 28’ê Sibatê heta niha li dijî Îranê de 223 jin û 202 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiya Îranê, di daxuyaniya îro weşandî de, diyar kir ku di nava jinên ku jiyana xwe ji dest dane 3 jin du canî bûn.

Her wiha hate îfadekirin ku di nava zarokên ku jiyana xwe ji dest dane de, 12 jê dibin 5 salî dene. Medyaya Îranê destnîşan kir ku ji ber êrîşan, li gelemperî welat 153 navendên tenduristiyê ziyan dîtine.

Li gorî daneyên dawî, ji destpêka êrîşan heta niha hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane gihaye 1319’an. Li aliyê din hê nayê zanîn ku 599 kesên jiyana xwe ji dest dane sivîlin an jî leşkerin.