Ciwanên PYD’ê li Beyrûdê Konferansek li dar xistin

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro bi dirûşmeya bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanan, em siberojeke azad û demokratîk biafirînin" hate li dar xistin, bi encamnayekê bi dawî bû.

Beyrûd – Li paytexta Lubnanê Beyrûdê, Konferansa Yekemîn a Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanan, em siberojeke azad û demokratîk biafirînin" hate li dar xistin.

200 delegeyên ji Meclîsa Ciwan û Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), nûnerên Konferansa Star û nûnerên civaka Kurd li Lubnanê beşdarê konferansê bûn.

Konferans bi xwendina peyamên pîrozbahiyê yên ji konferansê re hatine şandin dest pê kir. Piştre endama Konferansa Star Cîhan Efrîn û Nûnera Şaredariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saadiya Kota axaftin kirin. Axaftvanan, bal kişandin ser rola girîng a ciwanan di Partiya Yekîtiya Demokratîk a Lubnanê de û jêhatibûnên wan a ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê.

Piştre analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rola ciwanan di civakê de û rapora Meclisa PYD`ê hatin xwendin.Rola civakî, siyasî û têkoşînê ya ciwanan di pêkanîna aştî û demokrasiyê de hate destnîşan kirin. Her wiha nêzîkatiya ku divê ciwan ji bo bidestxistina armancên xwe pêkbînin û her weha rola jinên ciwan jî hate destnîşan kirin.

Piştre rapora rêxistinî ya Meclîsa Ciwanan a PYD hate xwendin û nirxandin. Delgeyan, rewşa rêxistinî nirxandin û ji bo pêşxistina xebatên pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû, di encamnameyê ev plansazî û pêşniyar hebûn:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên bi bandor werin lidarxistin.

Xebat were kirin ku ciwan vegerin Rojava da ku li gorî fikra Rêber Abdulla Ocalan û Neteweya Demokratîk tevlî xebatên avakirinê bibin.

Piştre rapora rêxistinî ya Meclîsa Ciwanan a PYD hate xwendin û nirxandin. Delgeyan rew]a rêxistinî gotûbêj kirin û ji bo pêşxistina xebatên pêşniyarên xwe pêkêş kirin.

Konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû, di encamnameyê ev plansazî û pêşniyar hebûn:

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên bi bandor werin lidarxistin.

Xebat were kirin ku ciwan vegerin Rojava da ku li gorî fikra Rêber Abdulla Ocalan û Neteweya Demokratîk tevlî xebatên avakirinê bibin.

Zêdekirina perwerdeya ramyarî û siyasî ji bo ciwanan li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Lidarxistina komxebatên salane der barê raman, siyaset û medyayê de, bi hevkariya saziyên çandî yên Lubnanî.

Avakirina komîteyên ciwanan li hemû herêmên Lubnanê.

Avakirina komîteyek têkiliyan ji bo xurtkirina têkiliyên bi rêxistinên ciwanan ên Lubnanî û Ereb re.”