'Bila Rêberê Gelê Kurd û hemû girtî bi malbatên xwe re hevdîtin bikin'

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê da.

Stenbol - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 24 sal in di bin tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên girtin û 22 meh in nayê girtin û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdanek nû kirin. Ji ber erdheja bi pileta 7,7 a li Mereşê pêk hat, Rêberê Gelê Kurd û girtiyên din duh û îro (7-8'ê Sibatê) ji bo agahî ji malbatên xwe werbigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê destnîşan kir ku ji ber erdheja çêbûye û miwekîlên wan xeber ji malbatên xwe nagirtin serlêdan kirine û got: “Ji ber erdhejê mexdûriyet çêbûye. Malbatên miwekîlên me li herêmên erdhejê dijîn. Me wek Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê da. Bi tu awayî agahî ji miwekîlên me nayê girtin. Hem ji bo agahî ji miwekîlên me nayê girtin û miwekîlên me jî bi tu awayî agahî ji malbatên xwe nagirin ev serlêdan ji bo daxwaza hevdîtinê hatiye kirin.”