Bi nêzbûna 8’ê Adarê re jinên Efgan bi diruşma ‘Nan, Kar, Azadî’ kom bûn

Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re, komek jinên Efganistanê, li Kabîlê tevî gef û zextan jî xwepêşandanek li dar xist. Bi diruşmeyên ‘Nan, Kar, Azadî’ û ‘Ji Talîbanê re mirin’ carek din daxwazên xwe yên edalet û mafan anîn ziman.

BAHARAN LEHÎB

Herat – Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, komek jinên Efganistanê tevî gef û zextan li Kabulê xwepêşandan li darxistin. Bi diruşneyên ‘Nan, Kar, Azadî’ û ‘Jin Talîban re mirin’ carek din daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman.

Tundiya jinan hate zagonkirin

Di çar salên Talîban ê desthilatê de, hema bêje her roj zagon û sazûmaniyên derbarê jinan de dinvîsin û di weşînin. Di du salên dawî de ji bo ‘Wezareta Emr-i Bil Ma’ruf û Nehy-i Anil Munker’ ji aliyê lîderê nayê dîtin yê Talîbanê Molla Hîbetullah ve zagonek hate amadekirin û weşandin. Di vê zagonê de navê jinê wek ‘Avret’ hate binavkirin. Beriya demekê jî ji bo dadgehan fermana ku hatî nivîsandin û lîder erê kiriye, hate weşandin. Di her madeya vê metnê de behsa koletiya fermî ya jinan dike. Heta di nava malê de tundiya li hember jinê ya bi destê mêr, hate zagonîkirin. Lê bi şertê ku divê şopên wê nebin û hestî neşkên. Di vê rewşê de mêr nayên cezakirin. Divê were bibîrxistin ku di nava van çar salên desthilata Talîbanê de hejmarek zêde jin hatin kuştin, an jî di encama tundiya nava malê de jiyana xwe ji dest dan. Kujerên van jinan jî tu car nehatin cezakirin. Êdî di bûyerên lêdanê ku fermiyet qezenc kirî de bi ti awayî guh nayê dayîna gotinên jinan.

Jin dengê xwe bilind dikin

Hemû ev mijar, bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re tên nîqaşkirin. Tevî hemû zextên Talîban û tengkirina qadên jiyanê ji bo jinan, jinên Efganistanê li kolan, mal, medyaya dijîtal û polan dengê xwe bilind dikin.  
Beriya çend rojan bi nêzbûna 8’ê Adarê re, li cadeyek Kabîlê, em bûn şahidê xwepêşandanek nû ku jinan lidar xistiye. Ji derveyî diruşmeya ‘Nan, Kar, Azadî’, diruşmeya ‘Ji Talîban re mirin’ berz kirin. Tevî ku hejmara jinên xwepêşander kêm bûn, gel û hemû jinan ev çalakî pîroz kirin û gotin ku “Hê jî jinên wêrek ên Efganistanê hene.”

‘Jinên welatê me wêrek in’

Di vê pêvajoyê de em bi yek ji van jinên xwepêşandêr Fazîla Şayan re axivîn. Fazîla balkişand ser cesareta jinan a di vê pêvajoyê de û wiha got: “Di qadek ku Talîban dengê jinê di malên wan û heta hewşên wan de tepesandî de, ez jinên welatê xwe ku bê tirs û bi cesaret ku dengê xwe bilind kirine bi germî pîroz dikim. Wek bi hezaran jinan tevî ihtimala girtin, îşkence, an jî windakirinê ne tirsiyan.”

‘Ti kes dê nikaribe jinan bide sekinandin’

Fazîla Şayan destnîşan kir ku di aliyê ewlehiyê de ew di rewşek ne baş de ne û wiha domand: “Bişev û biroj jiyanek qaçax dijîm. Lê belê dem ez havalên xwe dibînim diruşmeyên ‘Ji Talîban re mirin’ bilind dikin, hundirê min tije hêvî dibe. Ez dibînim ku jinên Efganistanê bê tirs in û ti cenawir wê nikaribe wan bide sekinandin.”

‘Em li ser axên cûda bijîn jî, çarenûsa me ne cûda ye’

Fazîle Şayan di dawiya axaftina xwe de ez silav ji hemû jinên welatê xwe, Îran û Kurdistanê re dişînim. Hun û yên wek we, ew jinên ku ji bo gihana mafên xwe yên herî bingehîn cane xwe feda kirin e. Her çend em li ser axên cûda bijîn jî, çarenûsa me ne cûda ye. Divê em ji bîr nekin, dê rojekê hemû hêz bikeve destê jinê de û dê wê rojê azadî bibe ya me. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li jinên bi cesur û qehreman ên dinyayê pîroz be.”

Bi nêzbûna 8’ê Adarê re, ev xwepêşandanên belav û bi cesaret, tevî qedexe û zextên çar salan, nîşan da ku dengê jinên Efganistanê qut nebûye. Her çiqas hebûna wan a di qadan de kêm be jî, peyamên wan deng vedide. Peyama ku ji bo mafê jiyan, karkirin û azadiyê têkoşînê didomîne.