‘Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî em ê bibin dengê Şerîfe Muhammedî’

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, derbarê pesendkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî de daxuyanî da û got, "Bi bawerî, biryardarî û dirûşma 'Jin jiyan azadî', em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Muhammedî."

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) derbarê pesendkirina cezayê darvekirinê yê ku ji parêzvana mafên mirovan a Îranê Şerîfe Muhammedî re hatiye dayîn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Em li dijî cezayê darvekirinê yê ku ji bo Şerîfe Muhammedî hatiye dayîn û hatiye pejirandin, serhî hil didin."

Berdewama daxuyaniyê wiha ye: "Em her êrîşek li ser jinan, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, wekî li dijî laşên me dibînin û em serhildana xwe li dijî vê yekê mezin dikin. Rejîma Mela ya faşîst ku jiyan û berxwedana jinan hedef digire, careke din sûcek li dijî mirovahiyê û jinan kiriye da ku desthilatdariya xwe ya serdestiya mêran bidomîne. Cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Muhammedi ku li dijî binpêkirina mafan, tundûtûjî, îstismar û neheqiyê têkoşîn daye, hatiye birîn, ne berhema rêziknameyek hiqûqî ya li ser bingeha mafan e, lê belê berhema pergalek e ku serdestiya mêran pêş dixe û mafê jiyanê yê jinan hedef digire ye. Bi sedan jinên ku ji bo rizgariya jinan têdikoşin berê ji hêla vê rejîma dijminê jinan ve hatine hedefgirtin.  

‘Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Muhammedî’

Em deng, nefes û serhildana Şerîfe Muhammedi ne, -ku ji ber parastina mafên karker û jinan bi tawana "belavkirina propagandaya reş li ser navê dewletê" cezayê darvekirinê lê hat birîn. Dadgehkirina wê nîşanek eşkere ye ku çawa îstîsmar û tundûtûjiya li dijî jinan li Îranê di bin navê 'qanûnê' de tê rewakirin e. Em bang li hemû jinan dikin li dijî cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Muhamedî hatiye birîn bi dirûşma "Her têlek porê Jina Mahsa Emînî serhildana me ye" hevgirtina xwe li dijî vî cezayî xurt bikin. Xurtkirina vê hevgirtinê tê wateya xurtkirina têkoşîna me ya ji bo wekhevî û azadiyê li dijî pergala baviksalar li her erdnîgariya ku em lê ne. Bi parastina jiyan û keda xwe li dijî tundûtûjî û îstîsmarê, em ê jiyanek azad û wekhev ava bikin. Bi bawerî, biryardarî û dirûşmeya 'Jin jiyana azad', em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Muhammedi.”