Bi dehan girtî ji girtîgeha Mehabadê ji bo girtîgeha Urmiye hatin veguhestin

Piştî êrîşa li nêzî girtîgeha Mehabadê pêkhatî û xwepêşandana girtiya, bi dehan girtî ji bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatin veguhestin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, roja Şemiyê 14’ê Adara 2026’an, karwanek a hêzên taybet bi dehan girtiyan ji girtîgeha Mehabadê birin girtîgeha Navendî ya Urmiyê.  Hate diyarkirin ku ev veguhestin piştî nerazîbûnên girtiyan ya ji bo şert û mercên wan yên di nava şerde didome pêkhatiye.

Girtîgeha Mehabadê hate valekirin

Li gorî nûçeya, berê nêzî 120 girtiyên siyasî û edlî ji girtîgeha Mehabadê ji bo girtîgeha Miyandoabê hatibûn veguhestin. Çavkanî diyar dikin ku li gel van herdu veguhestinên dawî, girtîgeha Mehabadê niha bi temamî hatiye valekirin.

Li gorî agahiyan, di 12’ê Adara 2026’an de, piştî êrîşa li navendek leşkerî ya nêzî avahiya girtîgehê, hejmarek ji girtiyan li dijî xeteriyên domandina girtina wan di şertên şer de di girtîgehê de, xwepêşandanek girseyî li dar xistin. Li ser vê yekê, hêzên taybet ketin hundirê girtîgehê û bi gaza rondikrêj û tedbîrên ewlehiyê xwepêşandanan tepeserkirine.

Tê gotin piştî vê bûyerê bi fermana berpirsên rêxistina girtîgehê û saziyên ewlehiyê, biryar hat dayîn ku girtîgeha Mehabadê bi temamî were valekirin û girtî ji bo girtîgehên li bajarên din werin veguhestin.