Ayşegul Dogan: Birêz Ocalan daxwaza xwe ya hevdîtina bi rojnamevanan re anî ziman

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Ayşegul Dogan der barê rojeva civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya duh pêk hatibû û geşedanên heyî de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Enqere – Ayşegul Dogan bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civîna wan a dawî de der barê hêdîbûna pêvajoyê de çend pêşniyar pêşkêş kirine. Ayşegul Dogan got: "Ez dixwazim tekez bikim ku wî di vî warî de hewldan û pabendbûnek mezin kiriye. Rast e birêz Ocalan behsa nexşeriyek kir ku tê de pêşniyarên nû hene, armanc dike ku lez bide pêvajoyê. Wî di wê civînê de dubare kir ku divê ku gavên berbiçav werin avêtin, berpirsiyariyên hemû aliyan aîî bîra wan û lawaziya rewşa heyî û hewcedariya nêzikatiyek hesas tekez kir.”

‘Avakirina komîteyên curbecur’

Ayşegul Dogan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina wan a dawî de ku gotiye: "Mayîna di rewşa bendewariyê de tenê xeterê diafirîne" got: "Çareseriya parastina pêvajoyê ji van xetereyan pêwîst e. Avêtina gavên qanûnî, bi gavên berbiçav û avakirina çarçoveyek qanûnî pêkan e. Em dikarin li ser kesên ku dê vê pêvajoyê bişopînin, çavdêrî bikin nîqaş bikin. Her wiha avakirina komîteyên curbecur pêşniyar kir. Ji bo van hemûyan, bernameyek nû, planeke nû hewce ye. Ez dixwazim bibêjim ku di vî warî de hinek xebat hatine kirin.”

'Qanûna hucreyên bingehîn'

Ayşegul Dogan got: "Ji bo ku em bi gotineke ji birêz Ocalan bidomînin, wekî ku me jî diyar kiriye, rêziknameyên qanûnî yên werin çêkirin divê bi gotinên Ocalan; 'hucreya bingehîn' a veguherîna demokratîk bin. Ji ber ku di hevdîtina xwe ya dawî de, wî ev qanûn wekî 'qanûna hucreyên bingehîn' pênase kir. Divê were gotin ku ev têgîna bijarte, di forma xwe ya herî hêsan de, bandorek sererastkirinê dike û divê bandorek wisa biafirîne. Çima? Ji ber ku em qala çarçoveyeke qanûnî dikin ku tam bi vê ve têkildar e. Divê ev wekî gavek destpêkê were hesibandin ku dê sedemên bingehîn ji holê rake. Dema em berpirsiyariyên xwe bi cih tînin divê aliyên din jî berpirsiyariyên xwe di heman demê de bi cih bînin. Heke ne bi heman hesasiyetê be jî divê hesasiyetên hemû Tirkiyeyê li ber çavan bigrin. Ji ber vê yekê, em dixwazin bangek din li hikûmetê bikin. Pêdivî heye ku pêvajo bi gavên qanûnî yên berfireh ên li ser pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, bileztir bibe.

‘Tirkiye bi tenê bi vê rêziknameya qanûnî nabe welatekî demokratîk’

Hê jî hinek nîqaş hene der barê çarçoveya rêziknameya qanûnî de ku dê derkevin holê. Ne mimkûn e ku berî werin bidawîkirin, daxuyaniyên pir berfireh li ser naverok û çarçoveya van rêziknameyên qanûnî werin dayîn. Her wiha der barê vê mijarê de amadekariyên me yên qanûnî hene. Divê ev rêziknameya qanûnî bi têgihîştineke teng neyê nêzîkkirin. Ger ev rêziknameya qanûnî ji bo berfirehkirina qada siyaseta demokratîk tê çêkirin û ger em jê re dibêjin qanûneke veguhêz, hingê nêzîkatiya wê ya berfireh û perspektîfa wê ya berfireh divê bi zelalî xuya bibe. Divê bi têgihîştineke teng neyê amadekirin. Divê berfireh be. Bêguman, Tirkiye bi tenê bi vê rêziknameya qanûnî nabe welatekî demokratîk ku demokrasî di şevekê de serdest be. Dê hewcedarî bi pakêtên din, reform û gavên ber bi demokratîkbûnê ve hebe.

‘Pêşnûmeqanûna ku em qala wê dikin divê tenê wekî qanûnek bêçekkirinê neyê dîtin’

Hat ragihandin ku di navbera partiya desthilatdar û şandeya me ya Îmraliyê û komîsyona hiqûqî de têkilî çêbûye. Belê têkiliyek wisa çêbûye; di navbera partiya desthilatdar, Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê û komîsyona hiqûqî de civînek çêbûye da ku nêrînên partiya me û pêşniyarên birêz Ocalan werin ragihandin. Ev nîqaş dê bi partiyên din ên siyasî re berdewam bikin. Armanca me ew e ku ev pêşnûmeqanûn beriya taloqkirina xebata parlamentoyê di zûtirîn demê de were amadekirin û pêşkêşî Parlamentoyê were kirin. Em bawer dikin ku girîng e bi lihevkirinek were pêşkêşkirin. Ji bo ku pêvajo bileztir bibe, pêdivî heye ku partiyên siyasî li ser çarçoveya vê pêşnûmeqanûnê ka ew ê di pêşerojê de çawa were bicîhanîn li hev bikin. Ji ber ku pêşnûmeqanûna em qala wê dikin divê tenê wekî qanûnek bêçekkirinê neyê dîtin. Mafên civakî, siyasî û aborî dê çawa werin rêkûpêkkirin? Divê ev hemû alî li ber çavan werin girtin.

‘Em ê di mehên havînê de amadekariyên kongreyê bidomînin’

Komîteya me ya amadekar hatiye damezrandin. Ew komîte di heman demê de komîteyên binî ava dike. Bernameya me leztir dibe. Em ê di mehên havînê de amadekariyên kongreyê bidomînin. Dîroka rast hê nehatiye diyarkirin; ev bi serlêdanan ve girêdayî ye. Lê belê em plan dikin ku wê di Îlonê de li dar bixin. Amadekariyên kongreya me berdewam dikin. Di heman demê de, amadekariyên van konferansan jî di rê de ne. Em ê konferansên parêzgeh û navçeyan li dar bixin. Konferansên herêmî dê werin lidarxistin û di dawiyê de, em ê bi konferansek mezin ber bi kongreya sereke ve biçin. Plansaziya vê yekê jî berdewam dike. Komîteya me ya Rêxistinî ya Navendî ji bo çalakiyên serdema pêş jî planên nû çêdike."