Ayşe Gokkan: Îro di şexsê min de TJA tê darizandin

Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a di rûniştina 4'emîn a doza jinûve tê darizandin de tevî ku dozger û parêzer berdana wê xwestin nehat berdan û doz taloqê 19’ê Hezîranê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û bi xwastek piştgiriya rêxistinê kirinê” yek jê 12 sal yek jî 7 sal 6 meh 2 cezayên hefsê hatibûn birîn. Dadgeha Bilind xwest Ayşe Gokkan ji nû ve were darizandin. Danişîna 4'emîn a dozê ku Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin de Ayşe Gokkan bi Pergala Deng û Dîmen (SEBGÎS) tevli danişînê bû. Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan, Ozum Vurgun û Muharrem Şahîn jî di danişînê de amade bûn. Malbata Ayşe Gokkan, endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û gelek aktîvîstên TJA’yê danişîn şopandin.

‘Di şexsê min de TJA tê darizandin

Ayşe Gokkan a ku di parastina xwe de tahliyeya xwe dubare kir û got ku ew parastinên xwe yên berê careke din dubare dike. Ayşe Gokkan her wiha bal kişand ser pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku bila tu kes nebin qurbanê provakasyonan û got: “ Darizandinek kêfî tê kirin. Ev darizandin hem ji aliyê jinên neteweyî û nevneteweyî ve tê destekkirin. Ez sipasiya hemû kesên desteka min dikin dikim. Îro di şexsê min de TJA tê darizandin. Berxwedana jinên Kurd tê darizandin. Ez vê yekê qebûl nakim.”

Bal kişand ser pêvajoyê

Ayşe Gokkan bal kişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha got: “Ez pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin, destek dikim. Banga min ji bo her kesê bila xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Rojhilata Navîn di çembera agir deye. Ez naxwazim Tirkiye jî di nava vê çembera agir de bi şewite. Bi aştiyê em vî agirî vemirînin. Bila provaksyon neyên kirin. Dewlet bi xwe jî dibêje bila divê pêvajoyê de provakasyon neyên kirin. Lê belê derketina cenazeyê Mehmet Emîn ji girtîgehê, provakasyona herî mezine. Eve komkujiye. Çawa cezayê giran ji mirovekê 70’î salî re tê dayîn. Desteka min a ji bo têkoşîna azadiya jinê didome. Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Em wek girtî, ji ber em beşdarî pîrozkirina Newrozê bûne lêpirsîn li me vekirin. Ji ber me govend gerand û stran gotin, sûc hate hesibandin. Emê tevî vê jî pîrozkirinê bidomînin.”  

Piştre parêzeran parastin kir û tahliyeya Ayşe Gokkan xwestin. Meqama îdîayê jî tahliyeya Ayşe Gokkan xwest.

Piştî navbera hat dayîn derbarê Ayşe Gokkan de biryara tahliyeye nehat dayîn. Doz taloqê 19’ê Hezîranê hate kirin.