Aloziya li Rojhilata Navîn jiyana bi milyonan kesan dike xeteriyê de

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ragihand ku bi 10 hezaran ton alîkarî ji bo welatên herî xizan ên cîhanê ji ber şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn hatiye astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Bêaramiya heyî ya li Rojhilata Navîn bi astengkirina gihîştina alîkariyê ya ji bo piraniya welatên xizan. Her wiha gefê li krîzeke mirovî ya berfireh dixwe ku bandorê li milyonan kesan dike, krîza birçîbûnê ya cîhanî girantir dike.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî di daxuyaniyekê ku îro weşand de hişyarî da ku eger alozî li Rojhilata Navîn berdewam bike, krîza birçîbûnê ya cîhanî dikare bighîje astên rekor. Bernameyê destnîşan kir ku bandorên potansiyel dikarin bandorê li milyonan mirovên li çar aliyê cîhanê bikin.

‘Heta Hezîrana bê, hejmar dikare bighîje 318 milyonan’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ger pevçûn li herêmê berdewam bike, nêzî 45 milyon kes dikarin bikevin astên dijwar ên bêewlehiya xwarinê. Bernameyê got, ji ber ku eger bersivek guncav neyê dayîn, dibe ku krîz veguhere karesatek mirovî ya berfireh. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ger aloziyên heyî berdewam bikin, hejmara giştî ya mirovên ku dibe ku bi bêewlehiya xwarinê re rûbirû bimînin, heta Hezîrana bê, dikare bighîje 318 milyonan.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî destnîşan kir ku zêdebûna rewşa dawî rê li ber gihandina bi 10 hezaran ton alîkariya xwarinê ya ji bo welatên herî xizan ên cîhanê vekiriye. Bernameyê ragihand ku ev yek, xetereyên mirovî di asteke mezin de zêde kiriye.